Riha (Rûdaw) - Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê-Tirkiye (PDK-T) Faîk Bucak di 60 saliya mirina xwe de li ser gora xwe ya li Siwêrega Rihayê hat bibîranîn.
Di merasimê de dengê Faîk Bucak ê ku heta îro tomarkirî maye jî hat guhdarîkirin.
Dema ku Faîk Bucak helbestek dixwend, kurê wî Sertaç Bucak hêsirên çavan barandin.
Belkî ev cara yekem e ku ev dengê wî hat bihîstin. Ev deng û awazê helbestekê ye ku ji kesera dil tê û daxwaza azadkirina welat dike.
Ev deng, dengê Faîk Bucak e ku 60 sal berê li Rihayê, di êrişeke çekdarî de şehîd ketibû.
Serokê PDK-Tyê Faîk Bucak, di salvegera kuştina xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn.
Di merasîmê de nûnerên partiyên siyasî, kesayetên serbixwe, malbat û hezkirên wî jî cih girt.
"Faîk Bucak mirovekî Kurdistanî bû"
Sertaç Bucakê kurê Faîk Bucak got, “Faîk Bucak mirovekî Kurdistanî bû. Mafên pêkhateyên li Bakurê Kurdistanê diparastin.
Dostê Suryaniyan bû, dostê mihaciran bû, heta demekê li Siwêregê Cihû hebûn, dostê wan jî bû.
Ew sala 1948an piştî damezirandina dewleta Îsraîlê dihatin û diçûn mala me; bavê min wê çaxê ne li mal bûye.
Ji meta min re dibêjin silavan li Faîk bike, dewleta me çêbû, em diçin dewleta xwe. Em hêvîdar in rojekê Faîk Bucak jî xwedî dewleta xwe be.”
Sera Bucaka Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û neviya Faîk Bucak biland:
“Kalê min e, helbestvan e. Kalê min rêzdar e, bi rûmet e. Mixabin ev qeder, qedera malbata Kurdan e. Em vê baş dizanin.”
"Rêberê me bû"
Welatiyên ku beşdarî merasîmê bûn bi serbilindî qala têkoşîna neteweyî ya Faîk Bucak kir.
Evdirezaq Denîzê hezkirê Faîk Bucak got, “Tiştekî pir baş, pir emekdar, pir fedekar derket holê, em kes ne poşman in.”
Bihar Bucakê endama malbatê anî zimên, “Em ji wî pir hez dikin. Em hîn jî pirtûka wî, helbesta wî dixwînin.”
Serap Bucaka endama malbatê diyar kir, “Ji bo me pir hêja ye di malbata me de, di partiya xwe de, di Kurdistanê de.”
Remezan Oncuyê hezkirê Faîk Bucak got, “Rêberê me bû.”
Divê were gotin ku piştî demeke dirêj ev cara yekem e Faîk Bucak bi merasîmeke berfireh tê bibîranîn.


