Hewlêr (Rûdaw) - Hesen Kurdî yan jî Hesen Koyî, ew kesê ku tê gotin bazirganekî Kurd e û navê wî di dosyeya Ednan Cumeylî de derbas dibe.
Rûdawê ji çavkaniyên berpirs ên li Selahedîn û Bexdayê agahî bi dest xistine ku ev bazirgan li gel birayê xwe li wan her du parêzgehan xebitiye.
Hesen Kurdî di sektora avahîsaziyê de xwedî proje bûye û nêzîkî seroklîsteyekî Ereb bûye.
Pêwendiya bi Ednan Cumeylî re
Hesen û birayê wî Mihemed, du ji wan kesan in ku di dosyeya gendeliyê ya Ednan Cumeylî de navê wan tê hildan.
Adnan Cumeylî ku wekîlê berê yê Wezareta Petrolê bû, 30ê Gulanê hatibû girtin.
Piştî girtina wî, çend parlamenter, parêzgarê berê yê Selahedînê û serokê lîsteyekê jî hatin girtin.
Kar û barên wan ên li Selahedînê
Çavkaniyeke ji îdareya xwecihî ya Selahedînê ku ji ber hestyariya dosyeyê nexwest navê wî were eşkerekirin ji Rûdawê re got:
"Min çend caran Hesen û birayê wî Mihemed dîtine. Bi navê Hesen Kurdî û Hesen Koyî bangî wan dikirin.
Hinek projeyên xwe bi awayekî nerasterast dikirin û ne li ser navê wan bûn."
Zêdetirî tohmetên li ser Ednan Cumeylî, pêwendîdarî projeyên sektora parzûnkirinê bûn çimkî ew wekîlê berê yê wezaretê yê ji bo karên parzûnkirinê bû.
Temen û qada xebatê
Heman çavkaniya ji parêzgeha Selahedînê diyar kir ku ew her du bira ciwan in û sala 1992 û 1994an ji dayîk bûne.
Wan di sektora avahîsazî û parzûnkirinê de kar dikir lê Hesen navdartir û çalakti bû.
Navê Hesen Kurdî di dema hilbijartinên parlamentoya Îraqê ya sala 2025an de zêdetir derket pêş, bi taybetî jî li sînorê parêzgeha Selahedînê.
Piştgiriya ji bo Musena Samerayî
Berpirsekî Kurd ê li Selahedînê ji Rûdawê re got: "Hesen Kurdî li gel serokê Hevpeymaniya Ezmê Musena Samerayî dixebitî.
Ew ne serpêrştiyarê pêngava ragihandinê ya hilbijartinê bû lê wî piştgiriya lîsteya wî ya li Selahedînê dikir."
Li gorî lêkolîna Rûdawê, guman tê kirin ku projeyeke avakirina 4 hezar xaniyên niştecihkirinê ya li Selahedînê ya wan her du birayan be.
Lê tê gotin ku wan bi awayekî nerasterast serpêrştiya wê dikir û ji ber pirsgirêkên qanûnî ev proje ji wan hatiye standin.
Musena Samerayî hat girtin
Lîsteya Sunî ya Musena Samerayî di hilbijartinên 2025an de 17 kursî bi dest xistibûn ku du ji wan li parêzgeha Selahedînê bûn.
Ew serkirdeyê Sunî berê sibehê 28ê Hezîranê bi tohmeta gendeliyê li Bexdayê hat girtin.
Hesen Kurdî û birayê wî piranî li Bexdayê dijiyan lê pir diçûn parêzgeha Selahedînê.
"Şêwazê axaftina wî dişibe ya xelkê Koyeyê"
Kesekî ku Hesen Kurdî ji nêzîk ve ditiye ji Rûdawê re got: "Şêwazê axaftina wî dişibe ya xelkê Hewlêr û Koyeyê.
Kurekî jêhatî ye û agahdarî gelek hûrgiliyên karên hikûmetê bû lê wî eşkere nedikir ku di kîjan warî de dixebite."
Telefon girtî ye
Rûdawê hejmara telefona Hesen Kurdî bi dest xist lê dema pêwendî pê re tê kirin peyama "hejmar nenas e" tê.
Her wiha pêwendiya wê hejmarê bi sepanên wekî WhatsApp, Telegram û Viberê re jî nemaye.
Her sê berpirsên ku Rûdawê bi wan re xeber daye, li ser vê agahiyê hevfikir in ku "Hesen Kurdî êdî ne li Îraqê ye."



