Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Siwêregê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê otomobîlek wergeriya û di encamê de 4 kes birîndar bûn.
Otomobîla ku M.B. diajot, li ser rêya Siwêreg-Amedê, li nêzîkî gundê Goliya Kurdika wergeriya.
Li ser agahdarkirinê polîs, cendirme û tîmên tenduristiyê çûn cihê qezayê.
Timên tenduristiyê piştî midaxaleya li cihê qezayê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêregê.



