Hewlêr (Rûdaw) - Bavê Rojîn Kabaîşê Nîzamettîn Kabaîş li ser hevdîtina xwe ya bi Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê re got, "Hevdîtina bi Wezîrê Dadê re hêvî da me."
Nîzamettîn Kabaîşê ku dê sibê li Girtîgeha Edirneyê serdana Selahattîn Demîrtaş bike, derbarê hûrgiliyên pêvajoyê, encamên hevdîtina xwe ya bi Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Akin Gurlek re û şik û gumanên xwe yên li ser dosyeyê li Stenbolê pirsên nûçegihanê Rûdawê Rawîn Stêrk bersivandin.
Hevdîtina bi Wezîrê Dadê re hêvî da me
Nizamettîn Kabaîş diyar kir ku hevdîtina wan a li Enqereyê ya bi Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Akin Gurlek re ji bo wan bûye xaleke werçerxanê.
Bavê Rojînê li ser naveroka vê hevdîtinê wiha got, "Hevdîtina bi Wezîrê Dadê re bi rastî jî hêvî da me.
Hevdîtin gelekî erênî derbas bû. Komîteyeke ji 7-8 kesan ava kiribû.
Me jî ji Baroya Amedê daxwaza du parêzeran kir û ew jî li gel me beşdar bûn. Hevdîtina me gelekî baş û erênî bû.
Wezîrê Dadê ji me re got ku ew dê sînyalên tengkirina qada telefonê bişînin Wanê.
Wê şevê li wê deverê kî hebe, telefona kê sînyal dabe dê were dîtin, ango dê bûyer were çareserkirin.
Her wiha dê DNAyên 2 hezar û 500 kesan bêne lêkolînkirin.
Ev kar niha tê kirin lê ji ber ku birêvebiriya Wanê cuda tevdigere, şik û gumanên min hene.
Gelo hinek kes li ber vê dozê dibin asteng? Çima ti bipêşveçûn tune ye?
Wezîrê Dadê soz da me. Bi îzna Xwedê ew soza xwe bi cih tîne."
Gumanên li ser xemsarî û sergirtina dosyeyê
Nîzamettîn Kabaîş destnîşan kir ku sira li ser mirina keça wî hîn jî eşkere nebûye û di warê komkirina delîlan de astengî hene.
Kabaîş bi taybetî bal kişand ser dîmenên kamerayên zanîngehê û got:
"Ji hundirê zanîngehê û hundirê şevîmanê heta gundê Mollakasimê her der delîl in.
Divê tu lêkolîn bikî. Çi hevala wê ya jûrê be, çi kamerayên ewlehiyê bin, çi jî gundê Bardakçiyê be.
Li wir jinek heye ku mala wê li dawiya gund e. Ew her dem dibêje ku otomobîleke spî nêzîkî vê derê bû û du ciwan di nav de bûn.
Saet û deqîqeyên wê jî li hev tên. Êvara Înê di saet 19:05an de otomobîla spî ber bi jêr ve çûye û li wir zivirî ye. Kamera hene lê ji me re gotin ku xera ne.
Lê birêvebiriya zanîngehê li gorî vê tevnagere. Li ser vê mijarê hewldana veşartinê heye. Min ev yek fêm kiriye.
Ji me re gotin ku ew kameraya li wê aliyê din xera ye. Lê dema me serî li şandeya Wezîrê Dadê da, wezaretê nameyek ji zanîngehê re şand û diyar kir ku hemû kamerayên zanîngehê dixebitin.
Min di wê navberê de vîdeoyek kişandibû û min di wê vîdeoyê de kamera dît.
Kamerayeke zivirî heye û dîmenên wê veşartine. Ji bo wê gotin xera ye.
Min ew vîdeo da serdozgeriyê. Min wêneyekî mezin girt û da dozgeriyê, ez ê wekî din ji Wezareta Dadê re jî bişînim."
Alozî û pirsgirêka li gel Baroya Wanê
Nizamettîn Kabaîş qala pirsgirêka pêwendiyê ya di navbera wan û Baroya Wanê de jî kir.
Kabaîş diyar kir ku Baroyê bi dil û can xwedî li dosyeyê derneketiye û wiha pê de çû:
"Gava em van kêmasiyan ji Baroya Wanê re dibêjin, ew şaş fêm dikin û bûyerê dikişînin aliyekî din.
Dibêjin ku ez Baroya Wanê dikim hedef. Dibêjin me ev kiriye, me ew kiriye lê tiştekî ku wan kiriye li holê tune ye.
Di dosyeyê de bipêşveçûnek nîne, yanî xwedî lê dernakevin. Pirsekê dipirsin lê li pey pirsa xwe nawestin.
Berî ku bersiv were, wê li wir radiwestînin. Gava radibin daxuyaniyê didin jî her tim qala telefonê dikin.
Gelo ji bilî telefonê ti delîl û îspateke din li holê nîne ku lêkolîn bikin? Dibêjin telefon çûye Spanyayê, ji wir hat û venebû, dê biçe Çînê.
Dê du salan li Çînê bimîne. Ma em dê vê êşê bikişînin? Çawa be ku telefona Rojînê qet tune ye.
Ma ti delîl û îspatên din tune ne ku hûn lêkolîn bikin? Gelek hene, gelekî zêde hene."
Serdana Demîrtaş û parêzerê nû
Kabaîş bal kişand ser giringiya hevdîtina xwe ya sibê ya li gel Selahattîn Demîrtaş û got ku wekî hiqûqnas bawer dike dê Demîrtaş alîkariyê bide dosyeyê.
Wî her wiha diyar kir ku parêzerê wan ê nû Abdurrahman Karabulut dosye wergirtiye û bipêşketinên nû çêbûne:
"Doh me wekalet da parêzerekî nû. Me li gel Serdozgerê Komarê hevdîtin kir.
Parêzer Abdurrahman Karabulut hemû dîmenên li hundirê zanîngehê ji ewlehiyê wergirtin. Got ku ew dê hêdî hêdî li malê li van dîmenan temaşe bike.
Dê lêkolîn bike ka kî bi Rojînê re geriyaye, bi kû de çûye û di nav sê rojan de li hundirê zanîngehê çi qewimiye.
Heta îro li van dîmenan qet nehatine temaşekirin."
Peyamên gefxwarinê û gumanbarên kujer
Bavê Rojînê eşkere kir ku di dema vê pêvajoyê de 7-8 mehan gef lê hatine xwarin.
Herî dawî mehek berê ji hejmareke Tirkiyeyê peyamên gelekî giran jê re hatine şandin.
Kabaîş ragihand ku polîsan ew hejmar dîtiye lê navê wî kesî nedane wî û wiha dawî bi axaftina xwe anî:
"Ev kesên ku van peyamên gefxwarinê dişînin, têkiliya wan bi kujeran re heye. Ez nizanim çima wiha dikin.
Ji bo ku ez bitirsim û belkî dest ji dozê berdim van peyaman dişînin. Lê ez dê ji bo dîtina edaletê têkoşîna xwe ya hiqûqî bidomînim."



