Hewlêr (Rûdaw) - Pênc Pêşmergeyên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) di kemîneke Pasdarên Îranê de canê xwe ji dest da.
Ev bûyer doh derengiya şevê li herêmên sînorî yên Rojhilatê Kurdistanê qewimî.
Di hefteya dawî de li Rojhilatê Kurdistanê gelek şer û pevçûn çêbûne û aloziyên li herêmê didomin.
Çavkaniyekî bilind ê PDKÎyê ji Rûdawê re piştrast kir ku 5 Pêşmergeyên wan canê xwe ji dest daye.
Çavkaniyê da zanîn ku bûyer li herêma Qezqapanê ya nêzîkî bajarê Pîranşarê qewimiye.
Li Pîranşar û Serdeştê şer
Medyaya Îranê jî ragihand ku li herêmên Pîranşar û Serdeştê şerên dijwar derketine.
Ev şer di navbera Hêzên Hemze Seyîd Şuheda yên Pasdaran û Pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistanê de bûne.
Medyaya Îranê zanyarî li ser ziyanên canî nedan.
Hengaw: Ji her du aliyan kuştî hene
Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê, şeva çarşemê li herêmên sînorî yên Pîranşar û Serdeştê yên parêzgeha Urmiyeyê du şerên cuda qewimîn.
Ev şer di navbera hêzên Partiyên Rojhilatê Kurdistanê û Pasdarên Îranê de bûn.
Hengawê hejmara Pêşmergeyên ku canê xwe ji dest daye eşkere nekir lê diyar kir ku li gorî zanyariyan ji her du aliyan jî kuştî hene.
Medyayeke nêzîkî Pasdarên Îranê li ser mijarê daxuyaniyek belav kir û got:
"Di operasyoneke bilez û nişkêve de, tîmeke komên cudaxwaz li gundekî nêzîkî Serdeştê ji holê hat rakirin.
Li gorî zanyariyên destpêkê hejmarek endamên wê komê hatine kuştin."
Nasnameya Pêşmergeyan eşkere bû
Çavkaniya PDKÎyê nasnameya her 5 Pêşmergeyên ku canê xwe ji dest daye eşkere kir.
Li gorî zanyariyan navên wan Pêşmergeyan ev in: Ebdula Hacî Ebdula, Ferdîn Çengîzî, Karo Hurmuzyarî, Mihemed Xakî û Tawana Osmanî.
Li Paweyê jî şer hebû
Li aliyê din, roja duşemê bi şev li bajarê Paweyê yê parêzgeha Kirmaşanê 2 endamên Besîcê (mîlîsên ser bi Pasdaran ve) hatibûn kuştin.
Êriş ji aliyê 2 kesên li ser motorsîkletekê ve hatibû kirin.
Piştî vê bûyerê di navbera Pasdarên Îranê û şervanên PJAKê de şer derket û çendek ji hêzên ewlehiyê yên Îranê hatin kuştin.
Dronan êrişî Dêgelayê kir
Ev şer û pevçûn di demekê de ne ku êrişên Îranê yên bi dron û mûşekan li ser partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê didomin.
Her wiha doh derengiya şevê bi du dronan êrişî baregeheke PDKÎyê ya li nahiyeya Dêgelayê ya Hewlêrê hat kirin.
Hat zanîn ku di vê êrişê de ti xisarên canî û madî çênebûne.
Êrişên Îranê zêde bûne
Dawiya meha Sibatê di navbera Amerîka û Îsraîlê de li gel Îranê şer derketibû.
Piştî vî şerî, Îranê êrişên xwe yên li ser partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê zêde kirin.
Di rojên destpêkê yên wî şerî de gotegot hebûn ku dibe komên Kurd bi piştgiriya Amerîkayê ji bejahiyê ve êrişî Rojhilatê Kurdistanê bikin.


.webp&w=3840&q=75)
