Hewlêr (Rûdaw) - Biryara qedexekirina motorsîkletan li parêzgeha Hisîçayê îro ket warê bicihkirinê.
Di heman demê de li bajarên Qamişlo û Amûdê jî li dijî vê biryarê xwenîşandan hatin kirin.
Li gorî zanyariyên, bi dehan ajokar û karkerên ku motorsîkletan wekî çavkaniya sereke ya debarê bi kar tînin, nerazîbûna xwe li hemberî biryarê nîşan da.
Wan got ku ev biryar gefê li debara bi sedan malbatan dixwe.
Li bajarê Amûdê, ajokarên motorsîkletan û hejmarek karkerên ku di karên xwe yên rojane de pişta xwe bi wan girêdidin, ji bo ku biryara qedexeyê red bikin xwenîşandanek li dar xist.
"Motorsîklet çavkaniya debarê ye"
Xwenîşanderan rêya giştî ya li bazara bajêr girt û ji aliyên pêwendîdar daxwaz kir ku ji nû ve li biryarê binêrin.
Wan tekez kir ku motorsîklet ji bo wan ne amûreke şahiyê ye, lê çavkaniyeke sereke ya debara jiyanê ye ku bi sedan karker pişta xwe pê girêdidin.
Bi taybetî ev yek di xizmetên gihandinê (kurye) û pîşeyên ku hewceyî gerîna berdewam a di nav bajaran de ne, giring e.
Li Qamişloyê daxwaza çareseriyên alternatîv
Li bajarê Qamişloyê jî karkerên gihandinê xwenîşandanên xwe domandin.
Ev xwenîşandan beriya ketina biryarê ya di meriyetê de dest pê kiribû.
Karkeran daxwaz kir ku li şûna qedexeyeke giştî ya ku wan ji kar bêpar dihêle, çareseriyên alternatîv werin dîtin da ku rewşa aborî ya karkeran li ber çavan were girtin.
Xwenîşander di wê baweriyê de ne ku biryar di forma xwe ya niha de cihêtiyê naxe navbera kesên ku binpêkirinên ewlehî an trafîkê dikin û xwediyên motorsîkletan ên ku pêbendî yasayan in.
Li gorî wan, ev yek hemû ajokaran dike berpirsyarê kiryarên komeke biçûk.



