Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dêrsimê biryara Serokê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu ya hilweşandina birêvebiriya 26 bajaran hat protestokirin.
Serokê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu doh di civîna Birêvebiriya Navendî ya CHPyê de biryara hilweşandina birêvebiriya 26 bajaran da ku Dêrsima Bakurê Kurdistanê jî di nav de ye.
Kemal Kiliçdaroglu serokên bajaran ji kar dûr xistin.
Endam û alîgirên CHPyê îro bi pêşengiya Serokê CHPyê yê Dêrsimê Berkay Gundoganê ku ji kar hatiye dûrxistin, protestoyek saz kir û daxuyanî da.
Berkay Gundogan destnîşan kir ku dûrxistina ji kar a serok û birêvebiriya bajêr ên ku hatine hilbijartin destwerdaneke siyasî ye.
"Hewldaneke tasfiyekirinê ye"
Serokê berê yê CHPyê yê Dêrsimê Berkay Gundogan li ser mijarê wiha axivî:
“Dêrsim ne tenê navê erdnîgariyekê ye.
Bi dîrok, bawerî, çand, xweza û helwêsta xwe ya siyasî yek ji bîra herî bihêz a vî welatî ye.
Partiya Gel a Komarî partiyeke wisa ye ku bi keda endamên xwe, hêviya gel û îradeya rêxistinên xwe heye.
Hêza vê partiyê ne ji hesabên teng ên kadroyî, ji rêxistinên wê tê ku li çar aliyên wê dixebitin.
Bi vî awayî dûrxistina ji kar a birêvebiriyên bajaran, ne tenê kiryareke li dijî kesayetiyan e, rasterast hewldaneke tasfiyekirinê ye ku îradeya rêxistinan dike armanc.”



.jpg&w=3840&q=75)