Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê di operasyonekê de 5 gumanbar hatin girtin ku bi rêya telefonê welatî dixapandin.
Parêzgariya Rihayê ragihand ku polîsan ji bo desteserkirina wan fêlbazên ku bi soza kar xelk dixapand operasyonek kir.
Hat diyarkirin ku wan gumanbaran xwe wekî rayedar dida naskirin û bi vî awayî bi dehan kes xapandine.
Di biserdegirtina malan de her 5 gumanbar hatin desteserkirin.
Her wiha polîsan dest danî ser gelek amûrên dîjîtal û belgeyan ku agahiyên kesane yên welatiyan tê de bûn.
Gumanbar piştî îfadeyên li navenda ewlehiyê sewqî dadgehê hatin kirin.
Hat tespîtkirin ku wan fêlbazan bi giştî milyonek û 712 hezar lîreyê 85 kesan birine.
Her 5 gumanbar bi biryara dadgehê hatin girtin û hêzên ewlehiyê ew şandin girtîgehê.



