Hewlêr (Rûdaw) - Înîsiyatîva Neteweyî ya Kurdistanê bi boneya 101emîn salvegera bidarvekirina Şêx Seîdê Pîran û 46 hevalên wî daxuyaniyek belav kir.
Înîsiyatîvê xwest ku cihê gorên Şêx Seîd û pêşengên din ên Kurdan werin eşkerekirin û termên wan radestî malbatên wan werin kirin.
“Xaleke şikestinê ya kûr e”
Înîsiyatîva Neteweyî ya Kurdistanê di daxuyaniya xwe de anî zimên ku Serhildana 1925an di hafizeya miletê Kurd de xaleke şikestinê ya kûr û bibandor e.
Înîsiyatîvê di daxuyaniyê de got, “29ê Hezîrana 1925an li Amedê, Şêx Seîd û 46 hevalên wî hatin bidarvekirin.
Serhildana 1925an di dîroka Kurdan de wekî serhildaneke neteweyî, berfireh û birêxistinkirî tê nirxandin.
Di vê serhildanê de îradeya Kurdan a ji bo diyarkirina qedera xwe ya neteweyî derketiye holê.”
“Zemîna serhildanê Tevgera Azadiyê bû”
Înîsiyatîvê diyar kir ku ev tevger piştî Şerê Cîhanê yê Yekem û Peymana Lozanê derketiye holê.
Li gorî daxuyaniyê, bingeha vê serhildanê ji aliyê Tevgera Azadiyê ve hatiye avêtin ku dîroka wê digihîje sala 1918an.
Înîsiyatîvê ragihand ku Serhildana 1925an ji ber “provokasyona Pîranê” bêwext dest pê kiriye.
Li gorî daxuyaniyê, ji ber vê destpêka bêwext û girtina pêşengên Tevgera Azadiyê Xalid Begê Cibrî û Yûsif Ziya Beg, serhildan di herêmeke sînordar de maye û bûye sedema komkujiyên mezin.
“Ne tenê serhildaneke olî bû, daxwaz neteweyî bû”
Înîsiyatîva Neteweyî ya Kurdistanê bal kişand ser nasnameya serhildanê û got:
“Şîrovekirina vê tevgerê bi tenê wekî tevgereke olî kêm û qels dimîne.
Ev serhildan encama îradeya miletê Kurd a ji bo statuya siyasî û hebûna neteweyî ye.
Her çend bandora olî ya Şêx Seîd di berfirehbûna tevgerê de hebe jî, hêmana sereke daxwazên neteweyî yên Kurdan bûn.
Lê rejîma Kemalîst, Îngilîzan û Sovyetê nasnameya dînî ya Şêx Seîd derxistin pêş da ku tevgerê wekî serîrakirineke olî bi nav bikin.”
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Serhildana 1925an di serdema nûjen de berteka yekem û ya herî mezin a siyasî û neteweyî ya Kurdan e.
Banga eşkerekirina goran
Înîsiyatîvê di dawiya daxuyaniya xwe de tekez kir ku Şêx Seîd û hevalên wî di hafizeya kolektîv a miletê Kurd de sembolên îradeya neteweyî ne.
Înîsiyatîva Neteweyî ya Kurdistanê daxwazên xwe wiha rêz kirin:
“Em daxwaz dikin ku cihên gorên Xalid Begê Cibrî, Yûsif Ziya Beg, Şêx Seîd û hevrêyên wan werin eşkerekirin.
Her wiha divê termên wan radestî malbatên wan werin kirin û dadmendiya dîrokî were bicihanîn.”
.jpg&w=3840&q=75)
.jpg&w=3840&q=75)
.jpg&w=3840&q=75)
.jpg&w=3840&q=75)