Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Supaya Pasdaran a Îranê (IRGC) û gerîlayên Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) doh li nêzîkî Mehabada Rojhilatê Kurdistanê şer kir.
Ev şer piştî du rojan ji şerekî din ê li herêmê qewimî ku tê de 2 endamên hêzên ewlehiyê yên Îranê mirin û 2 kesên din jî birîndar bûn.
PJAK: Şer berdewam dike
PJAKê şeva yekşemê di daxuyaniyeke kurt de ragihand ku Pasdaran li herêma Gagoşê ya li başûrê Mehabadê operasyonek daye destpêkirin.
Li gorî PJAKê, piştî vê operasyonê di navbera şervanên wan û hêzên Pasdaran de şer û pevçûn derketine.
PJAKê diyar kir: “Pasdaran li gundê Gagoşê yê herêma Mehabadê operasyonek da destpêkirin û li gorî agahiyên me, şer heta niha jî didome.”
PJAKê her wiha destnîşan kir ku heta niha li ser encamên vî şerî agahiyên wan ên zelal û bi hûrgilî nînin.
Hêzên Pasdaran heta niha li ser vê bûyera li Mehabadê ti agahî belav nekirine.
Ev bûyer di nava hefteyekê de dibe duyem pevçûna mezin a di navbera hêzên mixalefeta Kurd û hêzên ewlehiyê yên Îranê de.
Hêzên Îranê di amadebaşiyê de ne
Hêzên Pasdaran ji dawiya meha sibatê ve li herêmên Kurdan di rewşeke amadebaşiya bilind de ne.
Wê demê Amerîka û Îsraîlê li seranserê Îranê bi hezaran xal bi balafiran bombebaran kiribûn.
Baregehên Pasdaran ên li herêmên Kurdan bi giranî ji aliyê balafirên şer û dronên Îsraîlê ve hatibûn bombebaran kirin ku vê yekê hêza wan a li herêmê lawaz kiribû.
Pasdaran bi hezaran milîsên xwe yên Kurd kom kirin û ew şandin herêmên sînorî da ku rê li ber êrişeke pêkan a hêzên mixalefeta Kurd bigirin.
Hêzên mixalefeta Kurd di rojên pêşî yên şer de amade bûn ku derbasî nav axa Îranê bibin lê Serokê Amerîkayê Donald Trump ew operasyon rawestandibû.
Li Baneyê 2 leşker hatin kuştin
Şerê li Mehabadê piştî du rojan ji êrişa li ser xaleke kontrolê ya li ketina bajarê Baneyê qewimî.
Di wê êrişa ku ji aliyê yekîneyeke mixalefeta Kurd ve hatibû kirin de 2 endamên hêzên ewlehiyê mirin û 2 kesên din jî birîndar bûn.
Heta niha ti aliyî berpirsyariya wê êrişê negirtiye ser xwe.
Êrişên li ser baregehên li Herêma Kurdistanê
Ji destpêka şerê Amerîka û Îranê ve, baregehên partiyên mixalefeta Rojhilatê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê bi sedan caran rastî êrişên bi mûşek û dronan ên Pasdaran û milîsên Îraqî yên ser bi wan ve hatine.
Tevî agirbesteke lawaz jî ew êriş didomin.
Pasdar dibêjin ku divê Îraq û Herêma Kurdistanê hêzên mixalefeta Kurdên Îranê bê çek bikin yan jî wan ji axa xwe derxin û ji bo xwe mafê êrişê diparêzin.
Roja şemiyê jî li Hewlêrê termê endamekî partiyeke mixalefeta Kurd hat dîtin ku bi kêran hatibû kuştin.
Wê partiyê Tehran bi kuştina endamê xwe tohmetbar kir.
Îranê di deh salên dawî de li Herêma Kurdistanê gelek suîqest pêk anîne û gelek berpirs û endamên mixalefetê kuştine.
Hêzên ewlehiyê yên Îranê di destpêka salên 90î de jî pêngaveke suîqestan li dijî mixalefeta Kurd bi rê ve biribû ku tê de nêzîkî 300î endamên partiyên cuda yên Rojhilatî li parêzgehên Silêmanî û Hewlêrê hatibûn kuştin.
Gundê Gagoşê yê ku şer lê qewimiye, li devera Xelîfanê ya Mehabadê ye û li parêzgeha Azerbeycana Rojava ye.
.jpg&w=3840&q=75)
.jpg&w=3840&q=75)
.jpg&w=3840&q=75)
