Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê di operasyona li ser “toreke tawanan” de ji 40 gumanbarên ku hatibûn desteserkirin 15 hatin girtin.
Birêvebiriya Şaxa Têkoşîna li Dijî Qaçaxçîtî û Sûcên Organîze ya Birêvebiriya Ewlehiyê ya Amedê ji bo rêlibergirtina “torên tawanan” ên ku bi armanca karê dixebitin lêkolîn da destpêkirin.
Di vê çarçoveyê de, 16 çalakiyên cuda yên toreke çekdar hatin eşkerekirin ku bi tohmeta "avakirin, birêvebirin û endamtiya rêxistina ji bo tawanan" dihatin şopandin.
Ji bo girtina gumanbarên ku beşdarî van çalakiyan bûne operasyoneke hevdem hat kirin.
Hêzên ewlehiyê di vê operasyonê de 40 gumanbar desteser kirin ku di nav wan de serkêşê torê A.E. jî heye.
Gelek madeyên hişbir hatin girtin
Di lêgerînan de 21,4 kîlogram esrar, 350,5 gram skunk, 11 dermanên sentetîk, 3 demançe û 5 şarjor hatin girtin.
Piştî kar û barên li ewlehiyê, gumanbar veguhastin dadgehê.
Dadgehê ji 40 gumanbaran 15 girtin û ji bo 24 kesan jî biryara kontrola dadî da.
Her wiha gumanbarek bi şertê ku dosyaya wî pişt re ji dadgehê re were şandin hat berdan.



