Sêrt (Rûdaw) - Aktîvîst Dogan Kiliç û Hesen Olcay li navçeya Dihê ya parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê bi navê "Cudivivor" bi şêwaza pêşbirka navdar "Survivor"ê pêşbirkekê li dar dixin.
Ew vê pêşbirkê bi vîdeoyê digirin û li ser platformên YouTube û Facebookê wekî bername diweşînin.
Navê bernameya xwe danîne Cudivivor û ev bername li ser torên civakî ji aliyê bi sed hezaran kesî ve tê temaşekirin.
Taybetmendiya herî mezin a pêşbirka Cudivivorê ew e ku hemû pêşbazên wê astengdar in.
Pêşbazên bernameyê ji Şirnex, Cizîr, Silopiya û Sêrtê beşdarî pêşbirkê dibin.
Armanc hişmendiya civakî ye
Çêkerên bernameyê diyar dikin ku wan dixwest vê bernameyê bi Kurdî çêbikin û li kanaleke Kurdî biweşînin lê ji ber ku wan ew derfet peyda nekiriye, niha bernameyê bi Tirkî dikişînin.
Ew dibêjin ku bi vê bernameyê dixwazin di derbarê kesên xwedî pêdiviyên taybet hişmendiyeke civakî ava bikin.
Cudivivor rojane li ser YouTubeyê tê weşandin û li ser torên civakî gelekî balê dikişîne.
Heke wisa bidome, tê pêşbînîkirin ku Cudivivor bibe rikeberiyeke xurt a "Survivor"a cîhanî ya orjînal.
"Navê bernameyê ji Çiyayê Cûdî tê"
Dîmenên pêşbirkê li berava Çemê Zarovayê yê navçeya Dihê ya Sêrtê tên girtin.
Pêşbazên ciwan ên Kurd tê de têkoşîneke mezin didin û her yek ji wan xwedî çîrokeke taybet e.
Çêkerê Bernameyê Hesen Olcay li ser armanc û navê bernameyê wiha got:
“Me navê Cudivivorê ji Çiyayê Cûdî girtiye. Armanca me ew e ku em van mirovên taybet bînin pêşbaziyê da ku em bidin xuyakirin ku ev mirov jî dikarin her tiştî bikin.”
Yek ji çêkerên bernameyê Dogan Kiliç ku pêşkeşvaniya vê rikeberiya tund dike, şev û roja xwe li gel pêşbazan derbas dike.
Çêker û Pêşkeşkarê Bernameyê Dogan Kiliç wiha bang kir:
“Heke kanalên Kurdî werin ba me û ji me re bibêjin 'bernameya xwe bi Kurdî çêbikin em dê biweşînin', em dê li ser seran û çavan bi Kurdî çêbikin.
Daxwaza me ya herî mezin ew e ku hemû dinya bibîne ku miletê Kurd jî dikare van tiştan çêbike.”
Têkoşîna ji bo serkeftinê
Pêşbazên Cudivivorê yên ku ji bo serkeftinê têkoşîneke mezin didin rastî eleqeyeke gelekî baş tên.
Her yek ji wan bûye fênomenê torên civakî û vîdyoyên wan bi sed hezaran tên temaşekirin.
Pêşbazên bernameyê li ser xeyal û armancên xwe yên serkeftinê wiha diaxivin:
Baran Çîçek: “Heke ez bibim yekemîn û xelatê bistînim, ez dê bi wî xelatî dayîk û bavê xwe bişînim hecê înşelah.”
Serhat Demîrhan: “Ez ji Silopiyayê hatime. Ev pêşbazî gelekî xweş e. Înşelah ez dê qezenc bikim.”
Omer Bîlîr: “Li malê bêhna mirov teng dibe lê li vir ling û destên mirov vedibin. Ev der ji mayîna li malê gelekî xweştir e.”
Hemê Başqan: “Heke ez qezenc bikim, ez dê pereyên xwe bidim dayîka xwe. Ew jî dê bi wan pereyan zêr bikire û ez dê bizewicim.
Ku ez bizewicim dê kêfa min gelekî xweş be. Heke ez bizewicim dê hemû Silopî û Cizîrî werin daweta min.”
Orhan Baba: “Cudivivor em in. Tîma şîn em in, em dê xelatê bistînin.”
Cudivivora ku pêşbazên wê ji Şirnex, Cizîr, Silopiya û Sêrtê ne, ji niha ve li ser torên civakî bûye yek ji bernameyên herî hezkirî û wekî rikeberiyeke xurt a "Survivor"a cîhanî tê dîtin.


.jpg&w=3840&q=75)