Amed (Rûdaw) - Li Amedê bi hatina havînê re saziyên bajêr ji bo ku zarok fêrî avjeniyê bibin û bûyerên xeniqînê kêm bibin kursên avjeniyê vedikin.
Hem li Birêvebiriya Werzîşê ya Parêzgariyê, hem li birêvebiriyên werzîşê yên şaredariyan û hem jî li hewzên dibistanên taybet zarokan hînî avjeniyê dibin.
"Ji bo 5 deqîqeyan jiyana xwe nexin metirsiyê"
Di van deman de bi taybetî li kanalên avê, li bendav û golan bûyerên xeniqînê zêde bûne.
Pispor bangî welatiyan dikin û dibêjin, “Ji bo xwehênikkirina 5 deqîqeyan jiyana xwe nexin metirsiyê û li wan cihan nekevin avê.”
Birêvebiriyên werzîşê yên Amedê, bi armanca rêlibergirtina bûyerên xeniqînê seferberiya avjeniyê da destpêkirin.
Birêvebiriya Ciwanan û Werzîşê ya Bajêr jî bi dirûşma “Bila kesên avjeniyê nizanin nemînin” 12 mehên salê kursên avjeniyê dide.
Armanca saziyê ew e ku heta dawiya sala 2026an li seranserê Amedê 35 hezar zarokan fêrî avjeniyê bikin.
Sedemên xeniqînê çi ne?
Mamosteyê Avjeniyê Umît Gok li ser mijarê got:
“Bi destpêkirina germê re li bajarê me bûyerên xeniqînê zêde bûne. Sedema van xeniqînan jî kanalên avê û gol in.
Kesên ku dibêjin ‘Em avjeniyê dizanin’ li van cihan dikevin avê lê ev cih gelekî metirsîdar in.
Ew ji bo ku 5 deqeyan xwe hênik bikin dikevin wan avan lê em vê yekê bi ti awayî pêşniyar nakin.”
Mamosteya Avjeniyê Ozden Tutuşê jî diyar kir:
“Di vê projeyê de armanca me ew e ku em dersa avjeniyê bidin zarokên di navbera 7 - 14 saliyê de û wan fêrî avjeniyê bikin.
Li welatê me bûyerên xeniqînê zêde dibin. Em ji bo ku welatiyan di vê derbarê de hişyar bikin van kursan didin.”
"Li Ewropayê hene, çima li cem me tunin?"
Tevî tedbîrên ewlehiyê jî bi germbûna hewayê re bûyerên xeniqînê zêde bûne.
Li gorî zanyariyên saziyên pêwendîdar, tenê di hefteya dawî de li seranserê Tirkiyeyê zêdetirî 10 kesan di bendav, gol û kanalan de xeniqîne.
Mamosteyê Avjeniyê Adnan Yildirim jî gotm “Îro ne tenê em, divê li dibistan û saziyan teqez hewz hebin
Li Ewropayê û li cihên din li wan saziyan hewz hene. Çima li cem me tunin? Em dixwazin li her dibistanekê hewz hebin.”
Li seranserê Amedê girêdayî şaredarî û saziyên cuda 8 ji wan sergirtî û 4 jî servekirî bi giştî 12 hewzên avjeniyê hene.
Li van hewzan zarokên ku temenê wan di navbera 7-14an de ne fêrî avjeniyê dibin.
Nişteciha bi navê Gulşen Yeşilyurtê got, “Ji bo ku em di deryayan de nexeniqin, em tên vê derê û fêrî avjeniyê dibin.”
Şêniya bi navê Barîn Kayapinarê jî hestên xwe anîn zimên, “Ji bo ku her kes fêrî avjeniyê bibe komên me yên cuda hene.
Ji bo her komekê perwerdeya avjeniyê ya cuda tê dayîn. Li hemberî metirsiya xeniqandinê jî mamosteyên me li vir çavdêriya me dikin.”
Her sal li cîhanê 230 hezar kes dixeniqin
Li gorî amarên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO), salane li seranserê cîhanê herî kêm 230 hezar kes di avê de dixeniqin.
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî bi taybetî di havînê de nêzîkî hezar kesan di avê de dixeniqin.

.jpg&w=3840&q=75)
.jpg&w=3840&q=75)