Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyamekê de piştgiriya xwe ya ji bo peymana di navbera Amerîka û Îranê de ragihand û ji bo herêmê daxwaza aramiyê kir.
Nêçîrvan Barzanî li ser tora civakî ya Xê peyameke bi zimanê Îngilîzî belav kir û got:
"Ez piştgiriyê didim ragihandina peymana di navbera Amerîka û Îranê de."
Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir ku ew daxwaza aramî, ewlehî û xweşguzeraniyê dikin û anî zimên:
"Ez hêvîdar im hemû alî bi niyêteke pak ber bi pêkanîna temam a peymanê ve bixebitin da ku ev yek bibe sedema bihêzkirina aramî, ewlehî û xweşguzeraniya li herêmê."
Spasiya aliyan kir
Nêçîrvan Barzanî her wiha destnîşan kir ku ew spasdarê wan kesan e ku ji bo vê peymanê hewl daye û li pey çû:
"Ez ji dil û can spasiya xwe pêşkêşî hemû wan kesan dikim ku di hêsankirin û piştgirîkirina vê destkeftê de rol lîstiye."
Serokê Amerîkayê Donald Trump, Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf û Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Kazim Xerîbabadî ragihand ku di navbera Amerîka û Îranê de peymana aştiyê hatiye temamkirin.
Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf jî li ser hesabê xwe yê Xê eşkere kir ku di encama hevdîtinên giran de Amerîka û Îran gihîştine peymana aştiyê.
Li gorî daxuyaniya Şerîf, merasîma fermî ya îmzekirina peymanê dê 19ê Hezîranê li Swîsreyê bê lidarxi Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Kazim Xerîbabadî jî piştrast kir ku wan bi Amerîkayê re li hev kiriye.
Xerîbabadî ji Ajansa Nûçeyan a Tesnîmê re axivî û diyar kir ku metnê peymanê temam bûye û ew dê roja înê li Swîsreyê îmze bikin.



