Hewlêr (Rûdaw) - Di roja sêyem a şîna Birêvebirê Ofîsa Rûdawê ya Bexdayê Helkewt Ezîz de ku li bajarê Hewlêrê bû, berpirsên PDK û YNKyê li gel nîşandana hevsoziyê, li ser guherînên dawî yên pêwendiyên her du aliyan û bangewaziya Serok Mesûd Barzanî axivîn.
Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand:
"Em sersaxiyê li xwe û xizmên Xwedêjêrazî Kek Helkewt dikin û cihê wî bihuşt be.
Rojnamegerên me bi ronîkirin û gihandina nûçeyan xizmeteke mezin ji bo Kurdistanê dikin; bi taybetî Helkewt Ezîz ku hemû sifatên rojnamegeriyeke serdemî û bipêşketî tê de hebûn.
Xizmên wî sax bin, serê Rûdawê sax be û hemû rojnameger jî ji nexweşiyan dûr bin."
Mehmûd Mihemed: Em dixwazin xitimandina siyasî bi dawî bînin
Mehmûd Mihemed li ser civînên PDK û YNKyê ji rojnamegeran re got:
"Em piştî cejnê, ji ber xema me ya ji bo vê rewşê û li ser wê destpêşxeriya Serok Barzanî, em çûn serdana piraniya aliyên siyasî û em bi beşeke din re jî di pêwendiyê de bûn.
Niha jî em ji bo amadekirina zemînekê ji bo bidawîanîna vê xitimandina heyî, serdan û pêwendiyên xwe yên bi aliyan re didomînin."
Berdevkê PDKyê eşkere kir:
"Em bi hemû aliyan re û bi taybetî bi YNKyê re di nava gotûbêjê de ne.
Em hewl didin zemînekê ji bo civînan amade bikin.
Heta em bi wan aliyên ku serdana me nekirine re jî ji bo xweşkirina zemînê di pêwendiyê de ne.
Yekrêzî gelekî giring e û divê hewl ji bo wê were dayîn çimkî li herêma me gelek guherîn û rûdan çêdibin û divê em jî li gorî wan guherîn û rûdanan xwe biguncînin."
Sedî Ehmed Pîre: Divê destpêşxeriya Serok Barzanî bibe kiryar
Li hêla din, Endamê Ofîsa Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Sedî Ehmed Pîre ji Rûdawê re ragihand:
"Kek Helkewt mirovekî şareza û pispor bû, di rewşeke hestyar de xebitî û windakirina wî xesareteke mezin bû.
Rojnamegerên me yên baş hene, yek ji wan kesên ku bi hemû etîka rojnamegeriyê dixebitî û di gihandina emanet a agahiyan de serkeftineke mezin bi dest xistibû, Kek Helkewt bû."
Sedî Ehmed Pîre destnîşan kir:
"Eger fraksiyonên Kurdan ên li Bexdayê bi qasî rojnamegerên dezgehên cuda yên li wir hevkar bûna, wê demê rewşa me dê di qonaxeke din de bûya."
Sedî Ehmed Pîre li ser pêwendiyên PDK û YNKyê ji rojnamegeran re da zanîn:
"Ew destpêşxeriya Kek Mesûd û Mamoste Selahedîn, bi taybetî Kek Mesûd ku mirovekî şareza û agahdar e û tecrubeya wî ji me hemûyan zêdetir e, ez hêvî dikim nehêle ev destpêşxerî tenê gotin be û bibe kiryar û bişopînin."
Serok Mesûd Barzanî di peyama xwe ya Cejna Qurbanê de bangî hemû aliyan kiribû ku dev ji "xwexwiriyê" berdin û piştî cejnê bi hev re rûnin.
Endamê Ofîsa Siyasî ya YNKyê anî zimên:
"Me her tim gotiye deriyê gotûbêjê vekirî ye û YNK amade ye.
Kek Mesûd ji me hemûyan mezintir û bitecrubetir e.
Dema ku destpêşxerî kiriye gihîştiye wê baweriyê ku gef li ser Kurdistanê hene û di qonaxeke metirsîdar de ye.
Ji ber wê ez wisa difikirim ku divê ev destpêşxerî neyê bipaşxistin û li pey herin."
Avakirina kabîneya nû û guherînên li herêmê
Nêzîkî salek û 8 meh di ser hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê re derbas bûne lê hîn jî nakokiyên aliyan rê li ber avakirina kabîneya nû ya hikûmetê digirin.
Sedî Ehmed Pîre li ser lihevnekirina bi PDKyê re got, "Pirsgirêka dabeşkirina postan û baweriyê li cem me heye."
Sedî Ehmed Pîre amaje bi pêwîstiya avakirina hikûmetê kir û derbarê metirsiyên li ser Herêma Kurdistanê got:
"Em di du qonaxan de ne; şerê li derdora me bi dawî nebûye û em bixwazin nexwazin çirûskên wî şerî dê bigihêjin me. Divê em xwe kom bikin çimkî îhtimal heye rûdaneke nexwestî çêbibe.
Mijara duyem jî aliyê parçeyên din ên Kurdistanê yên li Bakur û Rojhilat e. Li wan beşan pêvajo hene û ew li benda hikûmeteke herêmî ya bihêz in ku piştgiriya wan bike û pirsgirêkên wan bi aştiyane çareser bike.
Ji ber wê hem destpêşxeriya Kek Mesûd û hem jî ya Mamoste Selahedîn divê ji aliyê wan ve were şopandin û me bi erênî ew pêşwazî kirine."
Di hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de ku 20ê Çiriya Pêşîn a 2024an hat kirin, PDK wekî hêza yekem ma û 39 kursî bi dest xistin.
Her wiha YNKyê 23 kursî, Newey Nwê 15 kursî, Yekgirtû 7 kursî, Tevgera Helwêstê di beşdariya xwe ya ewil de wekî hêzeke nû 4 kursî û Komeleya Dadgeriyê jî 3 kursiyên parlamentoyê bi dest xistin.


.jpg&w=3840&q=75)
