Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Xurmatûyê ya parêzgeha Selahedînê, navê Helkewt Ezîz li cadeyekê tê kirin.
Nûçegihan û Birêvebirê Ofîsa Rûdawê ya Bexdayê Helkewt Ezîz roja duşemê di qezayeke trafîkê de koça dawî kiribû.
Şêwirmendê Parêzgarê Selahedînê yê Kar û Barên Herêma Kurdistanê û Navçeyan Kawa Şêxanî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî û da zanîn:
"Wekî wefayekê ji bo Helkewt Ezîz, min pêşniyareke fermî da parêzgar ku navê wî li cadeyeke Xurmatûyê were kirin û wî jî qebûl kir."
Nûçegihanê Rûdawê Helkewt Ezîz 8ê Hezîranê di qezayeke trafîkê ya li ser rêyeke giştî ya parêzgeha Dîwaniyeyê de koça dawî kir.
Cenazeyê wî rojekê piştî koça wî ya dawî li Kerkûkê hat veşartin.
Kawa Şêxanî eşkere kir ku ew cadeya ku dê navê Helkewt Ezîz lê were kirin nû ye û dê hefteya bê were vekirin.
Ew cade li navenda navçeya Xurmatûyê ye û dirêjiya wê kîlometreyek e.
Alîkarê Parêzgarê Selahedînê yê Kar û Barên Teknîkî Heysem Zehwan nivîsek belav kir û da zanîn ku biryar hatiye dayîn ji bo danîna navê Helkewt Ezîz a li wê cadeyê rêkarên pêwîst werin bicihanîn.



