Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser koça dawî ya nûçegihan û berpirsê Nivîsgeha Rûdawê ya Bexdayê Helkewt Ezîz peyameke sersaxiyê belav kir.
Helkewt Ezîz îro li ser rêya di navbera Bexda û Besreyê de rastî qezayeke trafîkê hatibû.
Piştî ku barhilgirek li otomobîla wî qelibîbû, ew bi giranî birîndar bûbû. Helkewt Ezîz piştî nîvro ji ber giraniya birîna xwe canê xwe ji dest da.
"Ez hevparê xema wan im"
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyama xwe de xembariya xwe anî zimên û sersaxî ji malbat û hevalkarên Helkewt Ezîz re xwest.
Daxuyaniya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê wiha ye:
"Bi mixabiniyeke mezin, min nûçeya koça dawî ya rojnameger, nûçegihan û berpirsê Nivîsgeha Tora Medyayî ya Rûdawê ya Bexdayê Helkewt Ezîz bihîst.
Ez sersaxiyê ji hevkar, kesûkar û malbata wî ya birêz re dixwazim û ez hevparê xema wan im.
Xwedayê mezin cihê wî bike bihuşt û sebir û aramiyê bide hemûyan."



