Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Komkirina Gilêşê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya Bakurê Kurdistanê, bermahiyên jîngehê vediguherîne çavkaniyeke aborî û enerjiyê.
Ev proje hem pêşî li qirêjiya jîngehê digire, hem jî elektrîka bi hezaran malan dabîn dike.
Navend bi saya teknolojiya bipêşketî bermahiyên jîngehê yên bêkêr vediguherîne çavkaniyeke girîng a aborî û enerjiyê.
Ev proje ne tenê rê li ber kombûna gilêşê, têkdana dîmenê bajêr û belavbûna bêhna nexweş digire, di heman demê de ji bo bi hezaran malbatan jî elektrîkê peyda dike.
Rojane nêzîkî 900 ton gilêş tê komkirin
Endazyarê Çavdêriya Jîngehê yê Şaredariya Wanê Erdogan Gul diyar kir ku rojane 4,8 megawat elektrîk ji gilêşê tê hilberandin û got:
"Ew gilêşa ku ji aliyê Şaredariya Parêzgeha Wanê û derdora wê ve tê komkirin, ji me re tê.
Li vir, piştî ku di çend qonaxên jihevveqetandinê re derbas dibe, dibe elektrîk."
Rojane nêzîkî 900 ton gilêş tê komkirin, beşek jê tê îmahakirin û beşek jî ji bo hilberandina elektrîkê tê bikaranîn.
Bi vê projeyê enerjiya pêwîst a 20 hezar malan tê dabînkirin.
Pêvajoya veguherandina gilêşê ya ji bo elektrîkê:
Cudakirina bermahiyan: Gilêşa ku tê valakirin, dibe du beş, bermahiyên organîk û bermahiyên neorganîk.
Hilberandina gaza metanê: Bermahiyên organîk dişînin depoyên taybet. Li wir bi saya çalakiya bakteriyên xwezayî, gaza metanê çêdibe.
Xebitandina motoran: Gaza ku tê berhemanîn ji bo motorên mezin tê şandin û li wir vediguhere enerjiya elektrîkê ya tora neteweyî.
Mînakeke serkeftî ya aboriya bazneyî
Ev navenda li Wanê wekî mînakeke serkeftî ya "aboriya bazneyî" û parastina jîngehê tê dîtin.
Li gorî amarên fermî, Tirkiye tenê ji gaza metanê ya ku ji gilêşê tê bidestxistin, salane 355 megawat elektrîk hildiberîne.
Bi giştî hilberandina elektrîkê ya ji bermahiyan li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê gihîştiye 2.5 gegawatan.


