Hewlêr (Rûdaw) - Cotkarên Kurd û Tirkmen sibe dê li ber avahiya Meclisa Parêzgeha Kerkûkê kom bibin.
Nûnerekî wan dibêje, hikûmeta Îraqê biryar daye ku nîvê wî genimê ku werdigire, bi nirxekî kêmtir wergire.
Ev genim jî bi piranî yê cotkarên Kurd û Tirkmen e.
"Siyaseta cudakariyê gihiştiye lûtkeyê"
Cotkarên Kerkûkê di daxuyaniyekê de ragihand, "Êdî dema bêdengiyê nemaye.
Siyaseta cudakariyê ya hikûmeta Îraqê ya di nirxê genim de gihiştiye lûtkeyê.
Genimê di nav planê de, toneke wî bi 700 hezar dînarî tê wergirtin.
Di heman demê de genimê derveyî planê bi nirxekî gelekî kêmtir tê wergirtin. Ev nirx, têçûya berhemê jî dernaxîne."
"Qaşo pirsgirêka wan a yasayî heye"
Yek ji nûnerên cotkarên Kurd ên li parêzgeha Kerkûkê Sati Nasih, îro Rûdawê re axivî.
Sati Nasih diyar kir, "Par hikûmeta Îraqê biryar da ku 850 hezar ton genim li Kerkûkê wergire.
Îsal dibêje, 'em dê tenê 400 hezar tonî di nav planê de werbigirin û 450 hezar ton jî dikeve derveyî planê.'"
Hikûmeta Îraqê toneke genimê derveyî plana çandiniyê bi 500 hezar dînarî werdigire.
Nûnerê cotkaran li ser vê mijarê wiha got:
"Ev pere nagihîje asta westîna cotkaran. Ew genimê ku bi wî pereyî werdigirin jî hemû yê cotkarên Kurd û Tirkmen e.
Qaşo pirsgirêka wan a yasayî heye, lewma nexistine nav planê."
Rêgirî û bicihanîna yasayê
Cotkarên Kerkûkê di daxuyaniya xwe de amaje bi wê yekê jî kir ku berpirsên hikûmeta Îraqê li xalên pişkinînê "bi berdewamî rêgiriyê li veguhastina berhemên me dikin."
Wan her wiha anî zimên, "Heta îro jî yasaya vegerandina zeviyên me nehatiye bicihanîn."
Cotkaran di dawiyê de tekez kir, "Ji bo bidestxistina mafên xwe yên rewa û yekkirina nirxê genim, em dê sibe saet 09:00an bi yekrêzî û bi hêzî li ber avahiya Parêzgeha Kerkûkê amade bin."



