Hewlêr (Rûdaw) - Gola Krater a Çiyayê Nemrûdê ya li navçeya Tetwanê ya parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê, bi şînbûna xwezayê re geştyaran pêşwazî dike.
Ev navçeya ku berê di çarçoveya projeya "Cihên Vebijêrkî yên Ewropayê" (EDEN) de xelata "Herî Baş" wergirtibû; bi gola xwe ya zelal, pêkhateya xwe ya volkanîk a bêhempa, dewlemendiya flora û ajelan balê dikişîne.
Geştyar Yamî Çîçekê li ser bedewiya herêmê got:
"Nemrûd cihekî wiha ye ku em her dem tên serdana wê.
Xwezaya wê bi rengekî bêhempa bedew e û heta niha bi awayekî xwezayî maye.
Ez ji bo kesên ku ji bedewiya xwezayê hez dikin re pêşniyar dikim ku werin vir."
Mizgîniya parka neteweyî
Parêzgarê Bedlîsê li gel çend komên xwezahez ên ku ji bajarên din ên Bakurê Kurdistanê çûbûn, çû serdana herêmê.
Parêzgarê Bedlîsê Ahmet Karakaya da zanîn ku ew dixwazin vê deverê bikin parkeke neteweyî ya berfireh û anî ziman:
"Kraterên Çiyayê Nemrûdê yek ji kraterên herî girîng ên cîhanê ne.
Me hemleyek da destpêkirin ku xwezaya vê deverê bi paqijî biparêze.
Armanca me ew e, em geştyarên navxwe û biyanî bikişînin vê derê."
Gola duyem a herî bilind a cîhanê
Li gorî belgeyên dîrokî, piştî teqîna herî dawî ya volkanîk a sala 1441ê ya li Çiyayê Nemrûdê, 5 gol li bilindahiya 2 hezar û 250 metreyî çêbûne.
Gola herî mezin bi navê Gola Kraterê ye û ev gol li ser asta Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ya yekem e û li ser asta cîhanê jî li vê bilindahiyê gola duyem e.
Li gorî amarên Birêvebiriya Çand û Geştyariyê ya Bedlîsê, sala 2024an nêzîkî 200 hezar geştyarî çûbûn serdana Bedlîsê.
Ji bo îsal li bendê ne ku 550 hezar geştyar biçin herêmên geştyarî û Çiyayê Nemrûdê.


.webp&w=3840&q=75)