Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) Latîf Epozdemîr diyar kir ku divê Kurd werin ba hev û bereyeke sêyemîn ava bikin. Herwiha Epozdemîr got “Divê Kurd dengên xwe nedin wan partiyên ku ji wan re tu statuyeke siyasî naxwazin.”
Serokê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) Latîf Epozdemir di semînera ku ji aliyê Navenda Lêkolînê ya Rûdawê ve hat lidarxistin de rojeva Tirkiyê, aborî, destûra nû, hilbijartin û pêvajoya Tirkiyê de nirxand.
Latîf Epozdemîr ragihand ku qeyraneke aboriyê li Tirkiyê heye û berpirsê vê qeyranê jî wek Recep Tayyîp Erdogan tê zanîn. Mirovekî wiha di qonaxeke wisa de dê çima biryara hilbijartinê bide
Epozdemîr di derbarê egera hilbijartineke pêşwext li Tirkiyê de wiha dibêhe “Ez ne bawerim di van şertên îro de hilbijartineke pêşxwext were çêkirin. Çimkî 2 rêyên wê hene. Yek ew e ku eger serokkomar bixwaze dê hilbijartin bibe. Ya duyem eger parlamento bixwaze dê hilbijartin çê bibe. Eger parlamento jî bixwaze hilbijartin çêbibe, divê 400 parlamenter ji bo hilbijartinê deng bidin. Di herdu tifaqan de jî 400 parlamenter nînin. Rêyek din eger serokkomar biryara hilbijartineke pêşwext bide, ji bo wê jî lazim e parlamentoyê fesh bike û bêje ez vê parlamentoyê qebûl nakim, emê herin hilbijartinan û careke din ji nû ve parlamentoyeke ji nû ve were hilbijartin.
Herkes dizane ku qeyraneke aboriyê heye û berpirsê vê qeyranê jî wek Recep Tayyîp Erdogan tê zanîn. Mirovekî wiha di qonaxeke wisa de dê çima biryara hilbijartinê bide. Bi raya min tiştek wisa tuneye. Lê muxalefet dibêje em dê hinek fişara siyasî bînin ser desthilatê, belkî ew bixwe biryarek pê bidin. Ez ne bawerim li Tirkiyê hilbijartineke pêşwext çêbibe.”
“Bila Kurd dengên xwe bidin xwe”
Latîf Epozdemîr diyar kir ew wek HAK-PAR dibêjîn divê Kurd dengên xwe nedin wan partiyên ku ji wan tu statuyeke siyasî naxwazin û got “Ew kî ne? Ew partiyên ku niha li Tirkiyê heqê xwe yê beşdarbûna hilbijartinan hene. AK Partî, CHP, HDP, IYI Partî, ÎP, MHP yan ev ên din hemû bi hev re wexta hilbijartinan Kurda tînin bîra xwe, dengên wan distînin lê ji bo Kurdan jî tiştek nakin. Em jî dibêjin hejmara dengdêrên Kurd li Tirkiyê gelek in, divê êdî Kurd dengên xwe nedin wan partiyên ku xêr ji wan nayên. Lazime dengên xwe bidin xwe. Ji bo vê yekê jî em wek HAK-PARê hewl didin ji bo ku partiyeke têkûz û birêkûpêk peyda bikin, û heqê xwe yê beşdarbûna hilbijartinan hebe, û wexta Kurd çûn ser sindoqan dengên xwe bidin partiya xwe ya millî.
Em di vê amadekariyê de ne. Em gihîştine nîvê rê, eger hilbijartin di wextê xwe de bên kirin, ez bawerim dê HAK-PAR wek partiyeke millî û demokrat bibe navnîşanek ji bo hemû netewperwerên Kurdên Bakurê Kurdistanê, û eger mafê hilbijartina bidest bixe dê bikaribe ji gelê Kurd re bibêje dengên xwe bide partiya xwe ya millî.”
“Divê bereyeke sêyemîn bê avakirin”
Di derbarê tifaqeke di navbera Kurdan de jî Epozdemîr wiha axivî “Em çima nayên ba hev? Divê serkêşiya vê yekê hêzên mezin bikin, pêşniyar ji wan were. Wek mînak eger HDP ji bo silametiya Kurdan tiştek bixwaze, divê bangê wan hêzên Kurd yên din jî bike û bibêje em Kurd jî werin ba hev û di nav xwe de bereyek çê bikin, em jî bibin rêy sêyem. Em bixwe wek partî vî tiştî dişopînin û diparêzin. Tiştek wiha lazime jî ku Kurd hemû bibin yek û xetek ji bo xwe deynin ku em jê re dibêjin xeta sê. Lê ev çima pêk nayê? Ji ber ku hişmendiyeke hevbeş di navbera Kurdan de peyda nebûye. Wexta ku hişekî hevbeş tunebe, helwestên hevbeş tunebin, tu nikarî li dor projeyekî heta rêyekî bi hevre hevkariyê bikî. Lê ez bawerim gava ku hilbijartin nêzik bibin, belk Kurd jî nêzikî hev bibin.”
Li ser tifaqa bi HDPê û partiyên din re jî Epozdemîr wiha got “Ji bo me ti problemek tine. Lê hinek pirsgirêk hene, lazim e em li ser wan li hev bikin. Çunkî em HAK-PAR in, em partiyeke Kurdî ne, em xwe wisa binav dikin. Wexta ku em bi yekî re hevkariyê bikin, em bê protokol bê lihevhatinek tiştek wiha nakin. Eger HDP qebûl bike, bila bê em protokolek di nav xwe de protokolek çêkin, di wê protokolê de jî behsa maf û berjewendiyên millî yên Kurdan bikin. Eger HDP erêniyê bike em amade ne pê re hevkariyê bikin.
Eger em Kurd di nav xwe de tiştek çêbikin, diyar e ewê bibe dezgeyekî nû, eger ew dezgeya nû biryarek bide, emê hemû girêdayê wê bin. Wê gavê em bi serê xwe hereket nakin. Eger niha em serê xwe bin, ewê meclîsa û organên partiyê biryara xwe bide, emê bêjin em bi AKP, CHP, HDP yan bi yekî din re kar bikin an nekin ew dê biryar bidin. Em nabêjin em serê xwe bi vî rengî di wê bereyê de cig bigrin. Ji ber ku di wê bereyê de li ser Kurd û Kurdistanê ti xalek nîne.”
“Pêwîstiya Erdogan bi Kurdan heye”
Serokê HAK-PARê di derbarê pêvajoyeke çareseriyê de nêrînên xwe wiha anî ziman “Ne niha lê ez bawerim pêwîstiya Tayyîp Edogan dengdêrên Kurdan heye, wê hewlek bide ji bo ku navbera xwe ya Kurdan baş bike, lê ez nizanim bi çi awayî datînin. Diyar e ew jî ne bi serê xwe ne û hewqas rihet nînin, çunkî ez bawerim dê şirîkê wan yê biçûk Devlet Bahçelî wan tiştan qebûl neke. Dê rêyeke nû, şêwazeke nû bide ber xwe. Lê rastiyek heye ne ev alî, ne ew alî êdî ti tiştek we berê nameşe. Yê ku bixwaze dilê Kurdan bikire û dengên Kurdan bigre, lazime tiştekî pêkêşî Kurdan bike, sozek bide Kurdan ku Kurd jî dengên xwe bidin wan.”
Herwiha serokê HAK-PARê amaje bi wê yek kir ku wek tifaq ti hevdîteneke wan bi tifaqa Cumhur an Millet re çênebûye lê peywendiyên me bi hev re çêdibin lê ew nayê wê wateyê ku ew dê di wê bereyê de cih bigrin û wiha got “Kî ji bo milletê Kurdan gave bavêje, divê em bi wan re peywendiyek deynin.”
“Kurd berê xwe bidin kê dê ew bi ser bikevin”
Di dawiyê dedi derbarê avantajên Kurdan de Epozdemîr axavtina xwe wiha berdewam kir “Avantaja Kurdan ew e ku Kurd niha hinek buha û bi qîmet bûne. Sedema wê jî jimara Kurdan gelek e, jimara dengêrên Kurdan jî 12 milyon e. Kurd berê xwe bidin kê dê ew bi ser bikevin. Ev avantajeke mezin e. Kurd jî bêyî hinek tiştan berê xwe zû bi zû nadin ti cihekî. Ger tu ji kê bipirsê ji sedî 70ê wan dibêjin gerek zimanê Kurdê bibe zimanê fermî û perwerdê. Niha ji herdu tifaqan tu kes sozekî wiha nedaye. Eger tu sozekî nedî Kurdan, dê Kurd çima alîkariya te bikin. Eger di rêyeke rast de bikar bînin jimara Kurdan avantajeke gelek mezin e. Avantajeke xirab jî ew e ku partiyeke Kurdan tine ku li ser navê Kurdan bibe navnîşaneke millî ku dengdêrên Kurd berê xwe bidine wê derê. Ez bawerim dê HAK-PAR vê valahiyê tije bike.”

