Hewlêr (Rûdaw) - Li Amedê agir bi zeviyê cotkarekî ket û di encam de 1500 donimên wî yên genim şewtîn
hate ragihandin ku li navçeya Kayapinarê ya ser bi parêzgeha Ameda Bakurê Kurdistanê li taxa Petek doh bi şev ji ber sedemên nediyar agir bi zeviya cotkarekê ketiye.
Li gor zanyariyan destpêkê welatiyên ku agir dîtine mudaxale kirine lê pişre li ser agahdarkirinê îtfaye çûye cihê bûyerê û bi hevkariya welatiyan agir temirandine.
Herwiha hate diyarkirin ku agir di demjimerekê de hatiye vemirandin û di encam de 1500 donimên genim şewitîne.
Di derbarê şewitandina zeviya genim de cenderme lêpirsîn da destpêkirin.



