Hewlêr (Rûdaw) - Komeleya HezKurd ku ji bo pêşxistina zimanê kurdî xebatan dike, bi boneya roja zimanê zikmakî ji serokomar û serokên partiyên siyasî ên Tirkiye re nameyek şandin.
Komeleya Hereketa Zimanê Kurdî-Hezkurd, li Stenbolê û li Amedê, ji bo balbikşînin ser rewşa Zimanê Kurdî û ji bo pêkanîna mafê statuya fermî ya zimanê kurdî, ji Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û hemû serokên partiyên Kurd û Tirk re name şandin.
Nûner û endamên komeleyê li Stenbolê, daxwaz kirin ku zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyê û zimanê fermî.
Di nameyê de daxwaza muhîdekê jî hate kirin da ew ligel wan serok û serkirdeyan rûnin û kêşeyên li pêşiya kurdî niqaş bikin.
Nûnerê Komeleyê Suphi Ozgen ji Rûdawê re ragihand ku wan cara ewil bi kurdî name ji Erdogan re nivîsiye û tê de behsa rakirina astengiyên li pêşiya kurdî kirine.
Naveroka namê wiha ye:
“Serokkomarê Tirkiyeyê birêz Recep Tayyip Erdogan
Em vê nameyê, li ser navê Komeleya Hereketa Zimanê Kurdî ku di 19.10.2020an de wek fermî hatiye damezrandin rê dikin.
Armanca me ya ku em vê nameyê bi Kurdî nivîsand ew e ku em bala cenabê we ya çapemenî û ya rayagiştî bikşînin ser kiryarên nebaş ên raste rast û huquqî yên ku li zimanê kurdî tê kirin ku li ser vê axê ji deh hezar sal zêdetir kevnar e.
Birastî, bi awayeke din, dibiya ku nameya me, wek daxwazên ji rêzê bala we û ya rayedaran nekişanda ser xwe.
Armancên herî girîng ya damezrandina komeleya me ew e ku li ser wekheviya xala 10emîn ya ku di Makezagonê da hatiye nivîsîn, zimanê Kurdî jî wek dewlemendiya çandî û dîrokîya vî welatî bigihêje statuya xwe ya fermî.
Em bi vê nivîsandina Kurdî, daxwaz û hêvî dikin ku rêya çalek û ya hevhengiyê ya riknê “wekheviyê” ya mafê girîngê makezagonî vebibe.
We, di sala 2005an da li Diyarbekrê pêngaveke dîrokî avêtibû û we gotibû: ‘Pirsgirêka Kurd, pirsgirêka min e. Navnîşana çareserkirina her pirsgirêkê em in.2
Piştî salên dûr û dirêj ya kevneşopa bişaftin û înkarkirinê ya Komarê,
di serdema hukumeta Ak Partiyê da di serî da weşana berdewamî ya 24 siet ya TRT Kurdî tê da, vekirina beşên Kurdî li hin zanîngehan, dersên hilbijartî yên dibistanên navendî û hin pêngavên din, her çendî me pir girîng ditibe jî lê em dixwazin eşkere bikin ku ev tenê ne bes in jî…
Hêjî rêkariyên cihê di serî da li TBMM-ê û di navbera saz û dezgehan da hene.
Wek tê zanîn, hêjî di qeyd û bendên fermî yên Komcivînên Giştî yên TBMM-ê da ji bo Zimanê Kurdî, 2zimanê nayê famkirin’, ‘zimanê nayê zanîn’, ‘Zimaneke ji dervayê Tirkî’ û wek cudaxwaz, sivikkirin û çewsandinî tê nivîsîn û em jî wan ji ragihandinê dixwînin.
Axaftineke we ya di 20.01.2021an da ku li ser girîngiya zimanê zikmakî li ragihandinê hatibû belavkirin, hûn weha dibêjin. “Yen xwedî li zimanê xwe dernakebin, neteweyên ku zimanê xwe dewlemend nakin, wek darên ku rehên wan dirizin, li beranberê ba û bahozan nikarin xwe ragirin û wêrane dibin.”
Ev bi tevahiya xwe rast e. Li ser vê axaftina we, ciddiyet û berpirsiyariya dewletê ya lêxwedîderketina Zimanê Kurdî, divê bibe mesûliyeta sereke ya me hemûyan.
We di van demên nêz da pêwistiya makezagona nû ya sivîl û demokratîk anî rojeva raya giştî.
Em jî bawer in ku bi riknê ‘wekhevî’ ya makezagona nivîskî ya heyî,ji zimanê Kurdî ra jî wekheviyeke yekser nayîne, bi çêkirina makezagoneke nû, Zimanê Kurdî jî li ser bingeheke huqûqî û erêkirina we ya rêkariyên îdarî ku jê ra guhartina yasayî û makezagonî naxwaze, mûmkun e ku bê cîbicî kirin.
Bi çêkirina makezagoneke nû û pêkanîna statuya wekhevîya fermî ya Zimanê Kurdî, dikare wehheviya hûqûqî û fîîlî ya di navbera Zimanê Kurdî û Tirkî da pêk were. Bi vê yekê dê dilmayiya di navbera welatiyên me da jî nemîn e.
Li gel xisûsên ku me li jorê nivîsiye, ger hûn jivane(rendevû) bidine me, em dixwazin bên serdana we jî bikin û hûrgiliyên daxwazên xwe ji cenabê we ra pêkşêş bikin.
Me nameya xwe beriya û bi egera ‘21ê Sebatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê’ nivîsî, bi vê boneyê em roja we ya zimanê zikmakî pîroz dikin.
Bi rêz û hurmetên xwe
Av.Suphî Ozgen
Li ser navê Komeleya Hereketa zimanê Kurdî-Hezkurd”



