Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Erdîş a Wana Bakurê Kurdistanê jina 67 salî ku bi vîrusa koronayê ya cureya nû (Covid-19) ketibû, jiyana xwe ji dest da.
Walîtiyê Wanê di daxuyaniyekê de ragihand ku Muhbet Çiftçioglu ya 67 salî ku li Taxa Karatavuk a navçeyê rûdinê, bi sedema germahiya laş, kuxik û tengasiya hildana nefesê çûye Nexweşxaneya Dewletê ya Erdîşê.
Li gor daxuyaniyê Piştî testan û wergirtina nimûneyan Çiftçioglu bo Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Wanê hate şandin.
Testa Covîd-19 a Çiftçioglu ku nexweşiyên wê yên kronîk ên wekî dil, hîpertansiyon û KOAH hene, pozîtîf derket.
Çiftçioglu ji bo tedawiyê hat razandin, lê ligel hemû midaxeleyan ji mirinê rizagr nebû.



