Hewlêr (Rûdaw) - Hêzeke ser bi Firqeya Bersivdana Bilez ragihand ku berpirsê lojîstîka DAIŞê li parêzgeha Kerkûkê hatiye girtin.
Fermandariya Firqeya Bersivdana Bilez bi beyannameyekê ragihand ku li qezaya Daquq ser bi parêzgeha Kerkûkê berpirsê lojîstîka DAIŞê ji aliyê Firqeya Polîsên Bersivdana Bilez bi hevahengiya ligel Dezgeha Asayîşa Niştimanî hatiye girtin.
Pêncşema derbasbûyî (16.04.2020) Fermandarê Operasyonên Kerkûkê Ferîq Rukin Seid Herbiye ji Rûdawê re gotibû: “Di vê demê de çekdarên DAIŞê çend caran hêzên ewlekariyê kirine armanc, hêzên ewlekariyê û Pêşmerge jî bi bersivdana DAIŞê hertim amade ne, nikarin ti cihekî kontrol bikin, lewra êrîşên çekdarî dikin û rojane jî hêzên ewlekariyê derbên dijwar li wan didin.”
Fermandeyên serbazî yên Iraq û Herêma Kurdistanê pêştir çend caran hişyarî dabûn ku liv û tevgega çekdarên DAIŞê zêde dibe bi taybetî li navçeyên Kurdistanî yên dervey îdareya Herêma Kurdistanê.



