Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî li Bexdayê li gel Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê yê Îraq û Sûriyeyê Tom Barrack civiya.
Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîriya Îraqê, Di civînê de bipêşxistina pêwendiyên Îraq û Amerîkayê, dabînkirina ewlehî û aramiya herêmî û hewlên dîplomatîk ên ji bo rêlibergirtina belavbûna pevçûnan hatin gotûbêjkirin.
Her du aliyan ji bo berjewendiyên hevbeş li ser bipêşxistina hevkariya bi taybetî ya di warên aborî û veberhênanê de bîr û ra parve kirin.
Di hevdîtinê de her wiha bipêşketinên dawî yên li herêmê û pirsgirêkên li ber ewlehî û aramiya herêmî hatin nirxandin.
Zêdekirina hewlên dîplomatîk
Di hevdîtinê de balê kişandin ser girîngiya zêdekirina hewlên dîplomatîk ji bo kêmkirina aloziya li herêmê, kontrolkirina krîzan û rêlibergirtina belavbûna pevçûnan a li qadeke berfirehtir.
Her du alî li ser wê yekê hevdeng bûn ku di çareserkirina pirsgirêkên herêmî de pêwîst e diyalog û hewldanên dîplomatîk bidomin.
Barrack: Welatên herêmê bi hev ve girêdayî ne
Tom Barrack jî piştî hevdîtina bi Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî re li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek da.
Barrack diyar kir ku ew ji hevdîtina bi Zeydî re kêfxweş e.
Wî anî zimên ku welatên herêmê ji nêzîk ve bi hev ve girêdayî ne û bipêşketinên li welatekî rû didin bandorê li welatên din jî dikin.
Barrack destnîşan kir ku pirsgirêkên herêmî ji aliyê welatekî bi tenê yan hêzeke derve ve nayên çareserkirin û got ku çareseriya mayînde tenê bi sebr û hevkariya welatên herêmê pêkan e.
Barrack bi bîr xist ku Îraq siyaseteke bi vî rengî dimeşîne û got, "Îraq tam jî vê yekê dike."
"Îraq serweriyê hildibijêre"
Barrack da zanîn ku Îraq di bin serokatiya Serokwezîr Zeydî de nêzîkatiyeke nû dimeşîne û ev tişt anîn zimên:
"Di bin serokatiya Serokwezîr Zeydî de, Îraq li şûna girêdayîbûnê serweriyê, li şûna rawestanê veberhênanê û li şûna têkiliyên wekaletê jî şirîkatiyê hildibijêre."
Barrack eşkere kir ku Amerîka ji mayîna li cem Îraqê kêfxweş e û got ku ew ji bo pêşxistina pêwendiyên aborî û bazirganî yên di navbera her du welatan de dixebitin.
Wî destnîşan kir ku di vî warî de tê armanckirin di navbera şirketên Amerîkayê û jêhatiyên Îraqî de derfetên nû yên kar werin afirandin û refaheke aborî ya ku sûdê dide her du aliyan were avakirin.
Nûnerê Amerîkayî tekez kir ku Îraqeke serwer û xwedîrefah, eger bibe beşek ji herêmeke ku berpirsyariya aramiya xwe digire ser xwe, ev dê ji bo gelê Îraqê, welatên cîran û Amerîkayê encamên erênî bi xwe re bîne.



.webp&w=3840&q=75)