Hewlêr (Rûdaw) - Yek ji serkirdeyên diyar ên Erebên Sunî Xemîs Xencer piştgiriya xwe ya ji bo gavên hikûmeta Îraqê yên li dijî qaçaxçîtiya petrolê ragihand.
Xencer di heman demê de piştgirî da banga Herêma Kurdistanê ya ji bo diyalogê.
Xencer her wiha pêşniyar kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de di nava Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê de komîteyeke bilind were avakirin.
Xemîs Xencer îro bi daxuyaniyekê helwesta xwe ya li ser bipêşketinên dawî anî zimên.
Wî tekezî li ser pêbendbûna bi rêbaza diyalogê û çareserkirina nakokiyan a di çarçoveya destûr û qanûnan de kir.
Xencer diyar kir ku divê ev çareserî xwîn û berjewendiyên welatiyên Îraqê biparêze.
"Divê kesên tevlî qaçaxçîtiyê bûne bên cezakirin"
Xemîs Xencer da zanîn ku Îraq li ber qonaxeke girîng a çespandina aramiyê û bihêzkirina saziyên dewletê ye û got:
"Em hewlên hikûmeta Elî Zeydî yên ji bo serweriya qanûnê, têkoşîna li dijî gendeliyê û komkirina çekan a di bin destê dewletê de pîroz dikin.
Her wiha ji bo parastina serweta hemû welatiyên Îraqê, em piştgiriyê didin pêngavên hikûmetê yên ji bo bidawîanîna sûcên qaçaxçîtiya petrolê û cezakirina kesên tevlî bûne, ji kîjan aliyî dibin bila bibin."
Piştgirî ji bo banga Herêma Kurdistanê
Xemîs Xencer di beşeke din a daxuyaniyê de piştgiriya xwe ya ji bo helwesta Herêma Kurdistanê ducare kir û ragihand:
"Em piştgiriyê didin banga Herêma Kurdistanê ya ji bo diyalog û lihevkirinê. Divê ev yek bibe sedema peymanekê di çarçoveya destûrê de.
Divê ew peyman dawîanîna li qaçaxçîtiya petrolê û kontrolkirina çalakiyên neyasayî yên li ser sînorên navneteweyî û yên di navxweya Îraqê de garantî bike."
Xencer pêşniyar kir ku di nava Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê de komîteyeke bilind were avakirin.
Wî anî zimên ku divê ev komîte çareserkirina pirsgirêkên neçareserkirê yên di navbera hikûmeta federal û Herêma Kurdistanê de bigire ser milê xwe û li gorî destûrê çavdêriya pêkanîna peymanan bike.
Banga li ser yasaya petrol û gazê
Xemîs Xencer di dawiya daxuyaniya xwe de bangî Parlamentoya Îraqê kir ku pesendkirina yasaya petrol û gazê lez bike da ku mafên hemû welatiyên Îraqê dabîn bike.
Ev daxuyanî piştî wê yekê hat ku Bexdayê 24ê Çiriya Paşîn a 2026an li ser dosyeya petrolê, qadên petrolê û deriyên sînor ên Herêma Kurdistanê rêze biryar û rêkarên îdarî, ewlehî û teknîkî derxistin.
Vê biryara Bexdayê berteka tund a serkirdayetiya Herêma Kurdistanê bi xwe re anî.



