کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Dadgeha Bilind a Federal a Îraqê / Wêne: Arşîv

Dadgeha Bilind a Federal a Îraqê / Wêne: Arşîv

ÎRAQ

Dadgeha Federal: Biryarên Zeydî yên li hemberî Herêma Kurdistanê destûrî ne

RÛDAW

RÛDAW

25-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW25-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Ji bo krîza destûrî ya Hewlêr û Bexdayê diyaloga niştimanî tê lidarxistin
ÎRAQ25-11-2026

Ji bo krîza destûrî ya Hewlêr û Bexdayê diyaloga niştimanî tê lidarxistin

Xemîs Xencer: Em piştgiriyê didin banga Herêma Kurdistanê
ÎRAQ25-11-2026

Xemîs Xencer: Em piştgiriyê didin banga Herêma Kurdistanê

Şandeya PDKyê ji Serokê Parlamentoya Îraqê xwest li hemberî binpêkirina destûrê bisekine
ÎRAQ25-11-2026

Şandeya PDKyê ji Serokê Parlamentoya Îraqê xwest li hemberî binpêkirina destûrê bisekine

Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Bilind a Federal a Îraqê destûrîbûna biryarên Serokwezîrê Îraqê yên li hemberî Herêma Kurdistanê pesend kir.

Dadgehê biryar da ku parastina sînoran, serpereştiya deriyên sînor, hûrbîniya li ser dosyeya petrolê û dahatên nepetrolî yên Herêma Kurdistanê di desthilata hikûmeta federal de ne.

Dadgeha Bilind a Federal a Îraqê îro li ser xwesteka Serokwezîrê Îraqê biryara şîrovekirinê ya hejmar (268/Federal/2026) ji bo hinek madeyên destûrê derxist.

Dadgehê destnîşan kir ku dabeşkirina desthilatan a di navbera Bexda û Herêma Kurdistanê de nabe bibe sedema parçekirina desthilatên taybet ên hikûmeta federal.

Heft xalên sereke yên biryarê

Li gorî biryarê ku bi piraniya dengan û nerazîbûna du endamên dadgehê derketiye, heft xalên sereke yên li ser desthilatên Bexdayê yên li ser Herêma Kurdistanê hatine safîkirin:

Yekem: Parastina sînoran

Parastina sînorên navneteweyî yên Îraqê ji desthilatên taybet ên hikûmeta federal e.

Mafê hikûmeta Îraqê heye ku hêzên çekdar ên federal belav bike û ji bo parastina tevahiya sînorên li gel welatên cîran têdbirên pêwîst bigire ber xwe, tevî wan sînorên ku dikevin nava wê axa ku di bin kontrola Herêma Kurdistanê de ye.

Duyem: Deriyên sînor

Desthilatên federal xwediyê mafê serpereştî, çavdêrî û kontrolkirina hemû deriyên sînor ên Îraqê ne, tevî deriyên Herêma Kurdistanê jî li gel liberçavgirtina birêvebirina gumrikan a bi hevahengiya li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê.

Sêyem: Elektronîkkirina gumrikan

Damezirandina sîstemeke niştimanî ya yekgirtî ya ji bo elektronîkkirina deriyên sînor û gumrikan û girêdana wan bi wezaretên federal ve li seranserê Îraqê tevî Herêma Kurdistanê, di desthilata hikûmeta federal de ye.

Çarem: Petrol û gaz

Birêvebirina petrol û gaza derxistî dê ji aliyê hikûmeta federal, hikûmeta herêmê û parêzgehên berhemhêner ve be.

Lê Wezareta Petrolê ya Îraqê û desteyên çavdêriyê yên federal xwediyê mafê serpereştî, çavdêrî û hûrbîniyê ne li ser qad, pêvajo û peymanên hilberîn, derxistin, bazarkirin û hinartina petrol û gazê.

Pêncem: Dahatên nepetrolî

Desthilata hikûmeta federal heye ku li seranserê Îraqê tevî Herêma Kurdistanê siyaseta darayî û gumrikî darêje, pênaseya gumrikî ya yekgirtî diyar bike, serpereştî û hûrbîniyê bike û dahatên giştî yên bac, xerc û dahatên nepetrolî vegerîne xezîneya giştî.

Şeşem: Sînorê cografî yê desthilatên Herêmê

Sînorê cografî yê desthilatên Herêma Kurdistanê li gorî Madeya (53/A) ya Yasaya Birêvebirina Dewletê û Madeya 143yan a destûrê tê diyarkirin.

Ev sînor wan navçeyan li xwe digire ku heta roja 19ê Adara 2003yan ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve li parêzgehên Dihok, Hewlêr, Silêmanî, Kerkûk, Diyale û Neynewayê dihatin birêvebirin.

Desthilata Herêma Kurdistanê nikare dirêj bibe derveyî wî sînorî, li gel liberçavgirtina bendên destûrî yên taybet bi deverên nakok (Madeya 140î).

Heftem: Deverên derveyî sînorê Herêma Kurdistanê

Birêvebirin û bikaranîna desthilatên destûrî, kargêrî û cîbicîkar li wan herêmên ku dikevin derveyî sînorê cografî yê desthilatên Herêma Kurdistanê, tenê di destê desthilatên federal de ye.

Bikaranîna desthilata kargêrî ya defakto ya ji aliyê Herêmê ve li derveyî wî sînorî, ti maf û desthilatan destûrî jê re çênake.

“Biryareke teqez e”

Dadgeha Bilind a Federal di dawiya biryara xwe de amaje bi wê yekê kiriye ku ev biryar teqez e û divê hemû desthilat pêbendî pêkanîna wê bin.

Nûçeyên Têkildar

Ji bo krîza destûrî ya Hewlêr û Bexdayê diyaloga niştimanî tê lidarxistin
ÎRAQ25-11-2026

Ji bo krîza destûrî ya Hewlêr û Bexdayê diyaloga niştimanî tê lidarxistin

Xemîs Xencer: Em piştgiriyê didin banga Herêma Kurdistanê
ÎRAQ25-11-2026

Xemîs Xencer: Em piştgiriyê didin banga Herêma Kurdistanê

Şandeya PDKyê ji Serokê Parlamentoya Îraqê xwest li hemberî binpêkirina destûrê bisekine
ÎRAQ25-11-2026

Şandeya PDKyê ji Serokê Parlamentoya Îraqê xwest li hemberî binpêkirina destûrê bisekine

Pirsên