Hewlêr (Rûdaw) - Şandeya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Bexdayê bi Serokê Parlamentoya Îraqê re civiya û jê xwest ku li hemberî her pêşhat û xwestekeke li dijî Destûra Îraqê xwedî helwest be.
Şandeyeke bilind a PDKyê bi serokatiya Endamê Desteya Kargêrî ya Polîtburoyê Hoşyar Zêbarî li Bexdayê li gel Serokê Parlamentoya Îraqê Heybet Helbûsî civiya.
“Divê komîteyeke hevbeş hebe”
Endamê şandeya PDKyê Ebdulmuhsîn Sedûn ku beşdarî civînê bûbû îro ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got:
"Di civînê de em li ser pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û biryar û daxuyaniya dawî ya Serokwezîrê Îraqê ya li ser Herêma Kurdistanê axivîn."
Ebdulmuhsîn Sedûn da zanîn ku wan ji Heybet Helbûsî xwestiye wekî Serokê Desthilata Yasadanînê bi rola xwe rabe û li hemberî her xwestek û binpêkirineke li dijî Destûra Îraqê helwesteke zelal nîşan bide.
Wî endamê şandeya PDKyê li ser mekanîzmaya çareserkirina pirsgirêkan jî got:
"Divê di navbera Hewlêr û Bexdayê de komîteyeke hevbeş hebe da ku her pirsgirêk û pêşhateke ku rû dide bi rêya diyalogê bê çareserkirin."
Helwesta Heybet Helbûsî
Nivîsgeha Ragihandinê ya Serokê Parlamentoya Îraqê derengiya şeva borî li ser civînê daxuyaniyek belav kir.
Li gorî daxuyaniyê, Heybet Helbûsî tekezî li ser wê yekê kiriye ku divê dosyeyên sekinandî yên di navbera hikûmeta federal û Herêma Kurdistanê de li ser bingeha destûr û yasayê bên safîkirin û hemû alî bêyî cudahî pêbendî bendên wan bin.
Serokê Parlamentoya Îraqê Heybet Helbûsî piştî civînê, li ser aloziyên di navbera hikûmeta federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de daxuyaniyeke taybet jî belav kir.
Helbûsî di daxuyaniyê de ji hemû aliyan xwest ku berjewendiya bilind a welêt bixin pêşiya her tiştî û wiha pê de çû:
"Xwe ji zimanê tund dûr bixin ku xizmeta berjewendiyên gelê Îraqê nake. Her wiha ji bo çareserkirina nakokiyan li gorî çarçoveyên destûrî û yasayî bixebitin."
“Divê her nakokî biçe ber Dadgeha Federal”
Serokê Parlamentoya Îraqê çareseriya yasayî ya ji bo nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê pêşkêş kir û got:
"Em tekez dikin ku divê her nakokî biçe ber Dadgeha Bilind a Federal. Li gorî Madeya 93yan a destûrê, şîrovekirina deqên destûrê û çareserkirina nakokiyên di navbera hikûmeta federal û hikûmetên herêman de erkê wê dadgehê ye.
Her wiha li gorî Madeya 94an a destûrê, biryarên wê ji bo hemû desthilatan pêbendker in."
“Ti kes di ser destûrê re nîne”
Heybet Helbûsî li ser binpêkirina destûrê û miameleya bijarteyî ya li gel bendên wê hişyarî da û got:
"Destûr yasaya herî bilind a welêt e û hukmê wê li ser karên hemû desthilatan heye, çi li ser asta federal be, çi ya herêmî û çi jî ya xwecihî be.
Em rê nadin ti alî dest dirêjî destûrê bike yan xwe ji pêbendiyên xwe bidize. Çimkî ti kes di ser destûr û yasayê re nîne û cih ji wê yekê re nîne ku her kes li gorî xwesteka xwe bendan ji bo bicihanîna biryarên wê hilbijêre."
Serokê Parlamentoya Îraqê her wiha got:
"Pêbendiya bi destûrê re ne bijardeyeke siyasî ye ku tawîz li serê bê dayîn, belkî erkek e ku divê hemû alî bêyî cudahî pêbendî wê bin."
Peyama li ser budceya giştî
Heybet Helbûsî di dawiya daxuyaniyê de, amaje bi pirsa budceya giştî ya Îraqê kir û got:
"Em tekez dikin ku Encûmena Nûneran pêbendî pesendkirina budceyeke bernameyî ya dadperwer û wekhev e ku mafê hemûyan misoger bike û di dabeşkirina çavkanî û samanan de di navbera hemû welatiyên Îraqê de bêyî cudakarî dadperweriyê pêk bîne."



