Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Parastinê yê Îraqê ferman da yekîneyên artêşê ku xwe ji bo valakirina baregehên xwe yên li bajaran amade bikin.
Bi vê gavê re dê dosyeya ewlehiyê radestî hêzên ser bi Wezareta Karên Navxwe ve bê kirin.
Dosyeya ewlehiyê tê radestkirin
Wezîrê Parastinê yê Îraqê Nayif Şemerî ferman da artêşa Îraqê ku xwe ji bo valakirina wan cihan amade bikin ku lê ne.
Ev gav di çarçoveya amadehiya ji bo radestkirina berpirsyariya ewlehiyê ya ji bo hêzên Wezareta Karên Navxwe de tê avêtin û dê di nava hevahengiya li gel aliyên pêwendîdar de bê meşandin.
Parastina welatiyan û zêdekirina rahênanan
Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Îraqê, armanca vê fermanê ew e ku erk bi awayekî birêkûpêk û bêyî qutbûn bên radestkirin û parastina welatiyan berdewam bike.
Di heman demê de Wezîrê Parastinê yê Îraqê ferman da ku ji bo bilindkirina şiyana şer a hêzên leşkerî, bernameyên perwerde û rahênanan bên zêdekirin.
“Pêwîst e artêş bala xwe bide erkên xwe yên bingehîn”
Nayif Şemerî tekez kir ku divê hêzên artêşê bala xwe bidin ser erkên xwe yên bingehîn ên leşkerî.
Wî destnîşan kir ku ev erk, parastina niştiman, parastina serweriyê û dabînkirina ewlehiya sînoran li xwe digirin.



