Hewlêr (Rûdaw) - Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî ragihand ku biryarên Îraqê “mijareke niştimanî ya xwerû ye”.
Ofîsê da zanîn ku hikûmet rewayetiya biryarên xwe ji helwest an arasteya ti welat û aliyekî derveyî wernagire.
Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî îro daxuyaniyek belav kir û ragihand ku Komara Îraqê “dewleteke xwedî serweriya temam, demokratîk û federal e.”
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Îraq desthilatên xwe û rewayetiya saziyên xwe ji destûr û îradeya gelê xwe werdigire.
Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîrê Îraqê destnîşan kir ku dewlet bi serbixweyiyeke temam, li gorî yasa û berjewendiyên bilind ên niştimanî berpirsiyarî û desthilatên xwe yên destûrî bi cih tîne.
“Rêkarên me ji îradeya me ya serbixwe tên”
Ofîsê her wiha amaje bi wê yekê kir ku ew rêkarên ku hikûmet di nava sînorên navneteweyî yên naskirî yên Îraqê de digire ber xwe, ji îradeya wê ya serbixwe tên.
Li gorî daxuyaniyê, ew rêkar tenê xwe dispêrin desthilatên destûrî û berpirsiyariyên yasayî, ne ku wekî bersivekê ji bo handan, sepandin an arastekirina ti aliyên derveyî.
Ofîsê eşkere kir ku hikûmeta Îraqê ji bo bicihanîna berpirsiyariyên xwe yên destûrî û serweriyê li benda handana ti kesî namîne û hikûmet li gorî berjewendiya bilind a Îraqê, mafê gelê xwe û pêdiviyên ewlehî û aramiya wê gavan diavêje û got:
“Biryara me Îraqî ye, îradeya me niştimanî ye, merciê me destûr û yasa ye û berjewendiya bilind a Îraqê jî ew pîvan e ku helwest û rêkarên me diyar dike.”
Nerazîbûnên tund ên serkirdayetiya Herêma Kurdistanê
Ev daxuyaniya Ofîsa Serokwezîrê Îraqê di demekê de ye ku doh, Bexdayê li ser dosyeya petrolê, qadên petrolê û deriyên sînor ên Herêma Kurdistanê rêzebiryar û rêkarên îdarî, ewlehî û teknîkî derxistin û vê yekê karvedanên tund ên serkirdayetiya Herêma Kurdistanê li pey xwe anîn.
Beşek ji helwestên serkirdayetiya Herêma Kurdistanê ev in:
Serok Mesûd Barzanî ragihand ku di navendên biryarê yên Îraqê de li dijî Herêma Kurdistanê liv û tevger û hilçûneke neasayî tê dîtin.
Serok Barzanî tekez kir ku Herêma Kurdistanê “nakeve bin barê biryara nedestûrî û sepandina îradeya ti kes û aliyan.”
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dilgiranî û matmayîna xwe li hemberî daxuyaniya Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê anî zimên.
Nêçîrvan Barzanî ragihand ku ew axaftina bi zimanekî leşkerî ya li gel Herêma Kurdistanê bi hemû awayan red dikin û divê çareserkirina pirsgirêkan li ser bingeha destûrê be.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ew biryar wekî “dijî gotûbêjan û nayên qebûlkirin” bi nav kirin.
Mesrûr Barzanî ragihand ku ew amade ne nakokiyên navxweyî deynin aliyekî û ji bo parastina qewareya Herêma Kurdistanê hemû bibin Pêşmerge.
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî tekezî li ser vegera li destûrê wekî çarçoveyekê ji bo çareserkirina nakokiyan kir.
Bafil Talebanî ragihand ku ew her dema ku pêwîst bike bi parastina rûmet, ax û pêgeha destûrî ya Herêma Kurdistanê pêbend in.


