کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

ÎRAQ

Li Musenayê cara yekem e li 45 dibistanan waneya Kurdî tê dayîn

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

22-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran22-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Wezareta Koçberan a Îraqê: Zêdetirî 6 hezar malbatên Curf Sexrê koçber in
ÎRAQ21-11-2026

Wezareta Koçberan a Îraqê: Zêdetirî 6 hezar malbatên Curf Sexrê koçber in

Li stasyoneke elektrîkê ya Besreyê teqîn: Mirî û birîndar hene
ÎRAQ21-11-2026

Li stasyoneke elektrîkê ya Besreyê teqîn: Mirî û birîndar hene

Trump: Elî Zeydî hevalê min e û kesekî bihêz e
ÎRAQ20-11-2026

Trump: Elî Zeydî hevalê min e û kesekî bihêz e

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Musenayê ya li başûrê Îraqê cara yekem li 40 heta 45 dibistanan waneya Kurdî tê xwendin.

Birêvebirê Ragihandinê yê Birêvebiriya Giştî ya Perwerdeyê ya Musenayê Abbas Aday ji Rûdawê re ragihand ku ji ber kêmasiya mamosteyên pispor, wan ji bo mamosteyên herêmî yên beşên din kurs vekirine û bi vî awayî kêmasiya kadroyê çareser kiriye.

Abbas Aday di daxuyaniya xwe ya ji bo Rûdawê de diyar kir ku li parêzgeha Musenayê cara yekem li nêzîkî 45 dibistanan waneya Kurdî tê dayîn û ev wane di çarçoveya bernameya fermî ya Wezareta Perwerdeyê ya Îraqê de tê xwendin.

Aday da zanîn ku waneya Kurdî li hemû parêzgehên başûr û naverastê, bi taybetî di polên çarem û pêncem ên qonaxa dibistanê de wekî bernameyeke sabît û pesendkirî cih digire û li parêzgeha Musenayê jî li 40 heta 45 dibistanan tê dayîn.

Ji ber kêmasiya mamosteyên pispor li hemû dibistanan nîne

Abbas Aday sedema wê yekê ku çima ev wane li hemû dibistanên parêzgehê nayê xwendin wiha vegot:

"Ji ber kêmasiya mamosteyên pispor ên beşa Kurdî me nekarî waneyê li hemû dibistanan pêşkêş bikin.

Tenê li beşek ji dibistanên diyarkirî tê xwendin.

Ev rewş ne tenê ya Musenayê ye, pirsgirêka piraniya parêzgehên Îraqê ye."

Mamoste hemû xelkê Semaweyê ne

Aday bal kişand ser hejmar û pêkhateya mamosteyên li parêzgehê jî û diyar kir ku hejmara mamosteyên ku waneya Kurdî didin di navbera 45 û 50yî de ye.

Aday tekez kir ku hemû kesên ku waneyê didin ji xelkê Semaweyê ne û şêniyên parêzgehê bi xwe ne û got:

"Ji parêzgehên Herêma Kurdistanê yan jî ji derveyî Musenayê di vê beşê de ti mamosteyê Kurd an jî ti kes nehatiye cem me."

Kêmasiya kadroyê bi kursan tê girtin

Abbas Aday behsa wê yekê jî kir bê pêdiviya bi mamosteyan çawa tê dabînkirin û wiha berdewam kir:

"Beşeke biçûk a mamosteyan ji beşên Zimanê Kurdî yên fakulteyên perwerdeyê yên zanîngehên Îraqê derçûne û di vî zimanî de xwedî bawernameya lîsansê ne.

Lê ji ber ku hejmara wan kêm e, Birêvebiriya Perwerdeyê li gorî rênimayên wezaretê û bi rêya Birêvebiriya Perwerdeya Kurdî ya li wezaretê ji bo mamosteyên beşên din kurs li dar xistine.

Bi vî awayî ev mamoste ji bo dayîna waneya Kurdî û tijekirina valahiya kadroyê tên amadekirin."

Li gorî Madeya 4an a Destûra Îraqê, Erebî û Kurdî li welêt wekî du zimanên fermî tên qebûlkirin û divê li saziyên perwerdeyê girîngî bi fêrbûna her 2 zimanan bê dayîn.

Nûçeyên Têkildar

Wezareta Koçberan a Îraqê: Zêdetirî 6 hezar malbatên Curf Sexrê koçber in
ÎRAQ21-11-2026

Wezareta Koçberan a Îraqê: Zêdetirî 6 hezar malbatên Curf Sexrê koçber in

Li stasyoneke elektrîkê ya Besreyê teqîn: Mirî û birîndar hene
ÎRAQ21-11-2026

Li stasyoneke elektrîkê ya Besreyê teqîn: Mirî û birîndar hene

Trump: Elî Zeydî hevalê min e û kesekî bihêz e
ÎRAQ20-11-2026

Trump: Elî Zeydî hevalê min e û kesekî bihêz e

Pirsên