Hewlêr (Rûdaw) - Balyozê Îranê yê Îraqê îdia dike ku di civîna Komîteya Ewlehiyê ya Îran û Îraqê de, li ser derxistin an radestkirina endamên "komên cudaxwaz" peyman hatiye çêkirin.
Lê belê Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê eşkere dike ku civîn tenê ji bo hevahengiya hevpar û parastina sînor bûye.
Balyozê Komara Îslamî ya Îranê yê Îraqê Mihemed Kazim Sadiq îro li ser hesabê xwe yê tora civakî Xê nivîsî:
"Di çarçoveya hevkariya ewlehiyê ya di navbera Komara Îslamî ya Îranê û Komara Îraqê de, di civîna komîteya hevbeş a ewlehiyê de bi amadebûna şandeya Îranê û Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Îraqê, her du aliyan li ser derxistina endamên komên cudaxwaz ên terorîst ên Îranî ji Herêma Kurdistana Îraqê an jî radestkirina wan bi Îranê re peyman mohr kir."
"Qala parastina sînor hat kirin"
Di navbera Îraq û Îranê de doh civîneke ewlehiyê hat lidarxistin.
Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê Sebah Numan îro ji Rûdawê re ragihand ku civîn di navbera Fermandarê Hêzên Parêzvanên Sînor ê Îraqê û Fermandarê Sînor ê Îranê de çêbûye.
Sebah Numan derbarê naveroka hevdîtinê de got:
"Mijara sereke ya civînê parastina ewlehiya sînor, nirxandina rewşa sînor, li gel rêyên hevahengiyê û pevguhertina agahiyan a di navbera her du aliyan de bû ji bo garantîkirina aramiya li ser sînorê Îraq û Îranê. Ev mijar xala herî girîng a civînê bû."
Li ser îdiaya derxistin an radestkirina partiyên Rojhilatê Kurdistanê, çavkaniyeke ku beşdarî civîna komîteya ewlehiyê bûbû ji Rûdawê re ragihand ku pirsa derxistin an radestkirina partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê di civînê de nehatiye qalkirin û ti peymana nû jî li ser vê yekê nehatiye kirin.
Wê çavkaniyê da zanîn ku ji bilî civîna Fermandariya Parêxvanên Sînor a her du aliyan, vê hefteyê ti civîna din di navbera her du welatan de nehatiye lidarxistin.
Partiyên Rojhilatê Kurdistanê: Em rêzê li serweriya Herêma Kurdistanê digirin
Partiyên Rojhilatê Kurdistanê jî eşkere dikin ku wan ev nûçe tenê di dezgehên ragihandinê de dîtine ku qaşo li Bexdayê li dijî wan peyman hatiye kirin lê bi fermî ti peyam negihîştiye wan.
Berpirsê Pêwendiyan ê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Î) Heme Nezîf Qadirî îro ji Rûdawê re got:
"Em xwedî armanceke rewa ne û em têkoşînê ji bo wê dikin. Me ti carî karek nekiriye ku bibe sedema guvaşê li ser hikûmeta Îraqê."
Heme Nezîf Qadirî her wiha anî zimên:
"Ti aliyê ji Îraq û Herêma Kurdistanê derbarê civîneke ku tê îdiakirin 19ê vê mehê li Bexdayê hatiye kirin bi me re neaxiviye.
Me her tim rêz li serweriya axa Herêma Kurdistan û Îraqê girtiye.
Her dema ku daxwaza guftûgoyê ji me bikin em ji bo wê amade ne lê divê li ser wan prensîban be ku em pêbendî wan in."
Wî berpirsê PDK-Îyê tekez kir:
"Navenda têkoşîna me Îran û Rojhilatê Kurdistanê ye. Ev zext û daxuyaniyên rayedarên Îranê ti bandorê li ser têkoşîna me nakin û vîna me lawaz nakin.
Têkoşîna me rasterast bi wê siyaseta çewisandinê ve girêdayî ye ya ku li Îranê heye. Em di têkoşîna xwe de didomin û em dê bidomin jî."
Endamê Desteya Kargêrî ya Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê Emced Husên Penahî jî ji Rûdawê re axivî û got:
"Heta niha ti aliyê Herêma Kurdistanê an jî Îraqê bi me re civîn pêk neaniye ku bibêjin divê hûn Herêma Kurdistanê biterikînin."
Penahî diyar kir ku daxuyaniya Balyozê Îranê bipêşketineke nû nîne û wiha pê de çû:
"Tiştê ku Balyozê Îranê yê li Îraqê qal kiriye ne tiştekî nû ye. Em heta niha di çarçoveya yasayên navneteweyî de pêbend bûne.
Herêma Kurdistanê jî parçeyek ji axa Kurdistanê ye û em li ser axa xwe ne."
Endamê Serkirdayetiyê û Berpirsê Pêwendiyan ê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Edîb Xalîdiyan jî îro ji Rûdawê re daxuyand:
"Ti aliyê Îraq û Kurdistanê bi me re hevdîtin nekiriye û ti peyam jî ji bo me neşandiye."



