Hewlêr (Rûdaw) - Sererkaniya Hêzên Çekdar ên Îranê gef li Îsraîl, Amerîka û Kendavê xwar û got, "Eger şer derkeve dê pêtên wî her kesî bişewitînin."
Sererkaniya Hêzên Çekdar ên Îranê li ser aloziya li herêmê daxuyaniyeke gelekî tund belav kir.
Tehranê da zanîn ku dê bersiveke wêranker bidin êrişeke muhtemel a Îsraîlê.
Tehranê li pey hev gef li birêveberiya Donald Trump, welatên herêmê yên ku mazûvaniya baregehên Amerîkayê dikin û Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî (UAEA) xwar.
Di demekê de ku li Rojhilata Navîn senaryoyên şerê herêmî careke din tên rojevê, artêşa Îranê rasterast hişyarî da Washington, Tel Evîv û paytextên herêmê.
Elî Ebdulahî li ser navê Sererkaniya Hêzên Çekdar ên Îranê daxuyaniya fermî eşkere kir.
Ebdulahî destnîşan kir ku gaveke şaş a Îsraîlê dê hemû herêmê bixe nav agir.
"Eger Îsraîl xeletiyekê bike dê bi hêrsa artêşa me re rûbirû bibe"
Ebdulahî diyar kir ku divê birêvebiriya Tel Evîvê nekeve nav hisabên şaş û got:
"Eger Îsraîl bi her hincetê hewl bide şerekî nû derxe, dê bi hêrsa bêsînor û hêza perçiqîner a hêzên çekdar ên Îranê re rûbirû bimîne."
Peyama ji bo Trump: Em li benda hilbijartinan nasekinin
Fermandarê payebilind ê Îranî bal kişand ser wê yekê ku salnameya siyasî ya li Amerîkayê bandorê li doktrîna leşkerî ya Tehranê nake û rasterast bangî Donald Trump kir û got:
"Bila Trump vê yekê pir baş bizanibe: Komara Îslamî ya Îranê li gorî encamên hilbijartinên Kongreya Amerîkayê tevnegeriyaye û dê tevnegere jî.
Çi beriya hilbijartinê be çi jî piştî wê be; eger Amerîka bi xwe an jî bi teşwîqa Îsraîlê li hemberî Îranê tevgereke herî biçûk a leşkerî bike, hêzên me yên çekdar dê bêyî ku ti sînor û rêzikan nas bikin, hemû baregeh û berjewendiyên Amerîkayê yên li herêmê bi awayê herî tund bikin hedef."
Ji bo welatên mêvandarên baregehên Amerîkayê hişyariya tund
Ebdulahî welatên Kendav û Rojhilata Navîn ên ku axa xwe ji bo hebûna leşkerî ya Amerîkayê vekirine jî kir armanc û da zanîn ku dê zirara krîzê bigihe her kesî û wiha pê de çû:
"Divê ew welatên herêma me yên ku mazûvaniya artêşa Amerîkayê dikin vê yekê fêm bikin: Sedema sereke ya krîzên ewlehiyê yên heyî û aloziyên kûr ên aborî, hebûna artêşa Amerîkayê ya li vê derê ye.
Heta ku ev hebûna dagirker bidome aramî nayê. Bila her kes hişê xwe bide serê xwe.
Eger pêleke nû ya pevçûnan dest pê bike, pêtên ku jê bipekin dê bêîstîsna her kesî bişewitînin."
Hişyariya ji bo Ajansa Enerjiya Atomê Navneteweyî
Rayedarê Sererkaniya Îranê her wiha Ajansa Enerjiya Atomê Navneteweyî (UAEA) ya Neteweyên Yekbûyî ve jî kir hedef ku van demên dawiyê bi raporên xwe yên kontrolê ketibû rojevê.
Ebdulahî di dawiya daxuyaniya xwe de got:
"Di serî de UAEA, em bi zimanekî teqez hişyariyê didin saziyên navneteweyî ku dev ji îdiayên bêbingeh û bimebest ên li dijî bername û navendên nukleerê yên aştiyane yên Îranê berdin."

.webp&w=3840&q=75)

