Hewlêr (Rûdaw) - Sekreteriya Giştî ya Civata Wezîran a Îraqê ji bo rakirina bandora neheqiyên li hemberî Kurdên Feylî, ferman da hemû wezaret, saziyên serbixwe û parêzgehan ku piştgiriyê bidin komîteya taybet a vî karî.
Di fermanê de hat xwestin ku kar û barên wê komîteyê bên hêsankirin ku bi Fermana Dîwanî ya hejmara 80î ya sala 2026an hatiye avakirin.
Ev gav di çarçoveya şopandin û bicihanîna sozên hikûmeta Îraqê de ye ku berê bi biryara hejmar 426an a sala 2010an li ser nehiştina bandorên xerab ên li ser Kurdên Feylî hatibû derxistin.
Bernameya Rûdawê xistibû rojevê
Hêjayî bibîranînê ye ku bernameya "Ji Derveyî Rojevê" ya Rûdaw Erebiyê di beşa xwe ya roja şemiyê (3yê Çiriya Pêşîn a 2026an) de bal kişandibû ser pirsgirêk û astengên li pêşiya Kurdên Feylî yên li Bexdayê.
Daîreya Kar û Barên Civata Wezîran û Komîteyan di daxuyaniyekê de ragihand ku fermana dîwanî ya nû, fermana hejmar 33yan a sala 2019an betal kiriye.
Li gorî fermana nû, komîteyek bi serokatiya Wezîrê Dadê û bi endamtiya nûnerên Wezareta Karên Derve, Wezareta Karên Navxwe, Wezareta Darayiyê, Wezareta Koç û Koçberan û Desteya Dozên Milkiyetê hatiye avakirin.
Her wiha endamekî çavdêr, serperiştek û koordînatorekî bicihhêner ji Sekreteriya Giştî ya Civata Wezîran di nava vê komîteyê de cih digirin.
Erkên komîteyê çi ne?
Wê daîreyê eşkere kir ku erkê sereke yê komîteyê şopandina biryar û rênimayên hikûmetê yên li ser vê mijarê ye.
Komîte dê plan û rêkarên pêwîst ji bo çareserkirina pirsgirêkên Kurdên Feylî amade bike, budceya darayî û pêşniyaryasayan pêşkêş bike.
Her wiha komîte dê çalakiyên taybet ên ji bo bibîranîna zordariya li ser Kurdên Feylî li dar bixe û hewlên hikûmetê yên di vê dosyeyê de bîne zimên.
Di fermanê de desthilat hatiye dayîn ku komîte ji bo bicihanîna erkên xwe sûdê ji şiyanên aliyên fermî, niştimanî, civakî û navneteweyî wergire û wan vexwîne civînên xwe.
Komkujiya li hemberî Kurdên Feylî
Zilm û zordariya li hemberî Kurdên Feylî yên li Îraqê di çend qonaxan de ji serdema padîşahiyê heta rejîma Beasê berdewam kiribû.
Piştî sala 1980yî bi biryara hejmar 666an a Partiya Beasê, Kurdên Feylî ji warên wan hatin derxistin, mafê welatîbûnê ji wan hat standin û Beasê dest danî ser hemû mal û milkên wan.
Di wê serdemê de bi hezaran ciwanên Kurdên Feylî ji aliyê rejîmê ve hatin kuştin û windakirin.
Di xala 17emîn a Yasaya Nasnameyê ya sala 2006an a Îraqê de hat destnîşankirin ku divê mafê welatîbûnê li Kurdên Feylî vegere û biryara hejmar 666an a Konseya Fermandariya Şoreşê ya rûxiyayî bê betalkirin.
Dadgeha Bilind a Tawanan a Îraqê sala 2010an biryara xwe ya li ser van tawanan derxistibû û koçberkirin, windakirin û binpêkirina mafên Kurdên Feylî wekî "komkujî"yê qebûl kiribû.


