Hewlêr (Rûdaw) - Îraq û Tirkiye xwe amade dikin ku li ser pêşnûmeya peymaneke nû li hev bikin da ku hinartina petrola Îraqê ya di ser Bendera Ceyhanê re zêde bikin û hevkariya enerjiyê ya di navbera her du welatan de kûrtir bikin.
Di çarçoveya hevdîtinan de ji bo zeviyên petrolê û veberhênanên binesaziyê du komîteyên hevbeş ên teknîkî hatin avakirin.
Wezîrê Petrolê yê Îraqê Basim Mihemed Ebadî di çarçoveya serdana xwe ya fermî ya Tirkiyeyê de li gel Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyeyê Alparslan Bayraktar civiya.
Di hevdîtinê de gihandina petrola xav a Îraqê ya bi rêya xeta boriya Kerkûk-Ceyhanê di ser Tirkiyeyê re ji bo bazarên cîhanê û zêdekirina kapasiteya hinartinê ya heyî hatin nirxandin.
Pêşnûmeya peymanê û zêdekirina kapasîteyê
Wezîrê Petrolê yê Îraqê Basim Mihemed Ebadî li ser serdanê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Basim Mihemed Ebadî diyar kir ku wan ji bo temamkirina pêşnûmeya peymanê ya di navbera her du welatan de gavên girîng avêtine û got:
"Di çarçoveya serdana xwe ya Tirkiyeyê de, ji bo amadekirina pêşnûmeya peymana dualî ya Îraq û Tirkiyeyê ya ji bo hinartina petrolê ya di ser Bendera Ceyhanê re, em li gel hevtayê xwe yê Tirk hatin ba hev.
Di civînên me de zêdekirina kapasîteya hinartinê rojeva me ya sereke bû.
Her wiha me tevlîbûna şirketên Tirkiyeyê di projeyên stratejîk ên petrol û gaza xwezayî yên li Îraqê de bi awayekî berfireh nirxand."
Ji bo şirketên Tirkiyeyê banga veberhênanê
Wezareta Petrolê ya Îraqê bal kişand ser wê yekê ku ketina şirketên pispor ên Tirkiyeyê ya nava bazara Îraqê, ji bo pêwendiyên her du welatan xwedî nirxekî stratejîk e.
Birêvebiriya Bexdayê bi saya van hevkariyan dixwaze sermayeya navneteweyî û teknolojiya bilind bîne nava binesaziya enerjiyê ya welêt.
Du komîteyên cuda yên teknîkî hatin avakirin
Piştî hevdîtinan biryar hat dayîn ku ji bo hevkariya enerjiyê li ser zemînekî sazûmanî bê meşandin, du komîteyên hevbeş ên teknîkî bên avakirin:
Komîteya yekem: Dê veberhênanên nû yên li zeviyên petrolê yên Îraqê koordîne bike.
Komîteya duyem: Dê ji nûjenkirin û avakirina tesîsên petrolê, xetên boriyan û binesaziya depokirinê berpirsiyar be.
Di xeta boriyê ya dîrokî de serdemeke nû
Veguhastina petrola ku ji zeviyên Herêma Kurdistanê û Kerkûkê dihat derxistin ber bi Bendera Ceyhanê ve, li gorî biryara Dadgeha Tehkîmê ya Odeya Bazirganiyê ya Navneteweyî (ICC) ya Parîsê, 25ê Adara 2023yan hatibû rawestandin.
Piştî dan û standinên teknîkî û yasayî yên dûvdirêj, veguhastina petrolê Îlona 2025an ji nû ve hatibû destpêkirin.
Tê armanckirin ku bi peymana nû ya dawî ya di navbera Enqere û Bexdayê de, ev qebare bigihîje asteke rekorê.



