Hewlêr (Rûdaw) - Berxwedana Îslamî ya Îraqê angaşt kir ku ji 30ê Îlonê ve balafirên cuda yên Amerîkayê 14 caran asmanê Îraqê bin pê kiriye.
Berxwedana Îslamî îro di daxuyaniyekê de ev agahî bi raya giştî re parve kirin.
Wê koma çekdar a nêzîkî Îranê da zanîn ku ji 30ê Îlonê ve balafirên cuda yên Amerîkayê li ser asmanê Bexda, Besra, Mûsil, Enbar û Kerkûkê hatine dîtin.
Hêzên Koalîsyona Navneteweyî 30ê Îlona 2026an ji Îraqê vekişiyan û li gorî daxuyaniyên hikûmeta Îraqê, asmanê welêt bi temamî ketiye bin kontrola wan.
Berxwedana Îslamî eşkere kir ku ew balafirên Amerîkayê yên ku asmanê Îraqê bin pê kiriye F-16, balafirên pêwendî û sîxuriyê, dron û balafirên sotemeniyê yên KC-135an bûn.
Yek ji mercên wê komê yên ji bo danîna çekan ew bû ku kontrola asmanê Îraqê bi temamî vegere bin desthilata hikûmeta navendî.



