Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî got ku “welatê wî serweriya xwe ya li ser hemû ax, asman û avên xwe yên herêmî” temam kiriye.
Serokwezîrê Îraqê her wiha destnîşan kir ku Îraq ketiye “qonaxeke nû ya serweriyê ku dewlet wê diparêze û yasa jî garantî dike.”
Elî Zeydî di Konferansa "Roja Serweriyê" ya li Bexdayê de axivî û ragihand ku Îraqê bi saya berdêldana welatiyên xwe yek ji şerên herî mezin ên dîrokê li pey xwe hiştiye û anî zimên:
"Serwerî îfadeya biryara gel e û wekî peymaneke civakî ye û ti alternatîva wê nîne."
Serokwezîrê Îraqê diyar kir ku welatiyên Îraqê di tecrubeyên dijwar de serkeftî bûne û biryara xwe ya ji bo parastina pergal û dewletê ducare kiriye.
Zeydî her wiha destnîşan kir ku hikûmeta wî rûbirûyî gendeliyê bûye û xurtkirina serweriya niştimanî xistiye pêşiya karnameya xwe ya xebatê.
Zeydî eşkere kir ku serweriya Îraqê di çend rastiyên niştimanî de diyar bûye.
Wî wekî mînak “vekişîna hêzên biyanî, nemana erkê Koalîsyona Navneteweyî, peymana li ser vekişîna hêzên Tirkiyeyê û gerîlayên PKKyê û bidawîanîna hebûna komên çekdar ên biyanî yên li ser axa Îraqê” destnîşan kirin.
Wî bal kişand ser girîngiya yekxistina Pêşmergeyan da ku biryara ewlehî û leşkerî bibe yek û biland:
"Êdî rê nayê dayîn ku ti mixalefeta biyanî ya çekdar li ser axa Îraqê bimîne û rê nayê dayîn axa welêt ji bo êrişkirina ser welatên cîran were bikaranîn."
Kontrolkirina çekan û aborî
Zeydî ragihand ku hikûmet li gorî destûr û yasayan ji bo rêkxistina dosyeya çekan dixebite da ku komên çekdar di nav dezgehên dewletê de werin yekkirin.
Zeydî pesnê wan koman da yên ku pêbendiya xwe bi vê pêvajoyê nîşan daye û ji komên din jî xwest ku heman rêyê bişopînin.
Serokwezîrê Îraqê her wiha eşkere kir ku wan dest bi avakirina pergaleke berfireh a parastina asmanî ya niştimanî kiriye.
Zeydî destnîşan kir ku pêdiviya çespandina serweriyê bi aboriyeke bihêz heye ku karibe bersivê bide guherînên cîhanî.
Eî Zeydî da zanîn ku hikûmet ji bo pirrengkirina aboriyê û parastina serweta niştimanî bi taybetî jî petrolê dixebite û got ku "Îraqî bi vîna xwe gihîştin armancên xwe" û hêvî kir Îraq ji bo her kesî bibe mînaka serweriya yasa, edalet û wekheviyê.



