Hewlêr (Rûdaw) - Piştî vekişîna hêzên Amerîka û Koalîsyonê, asmanê Îraqê di valahiyeke parastinê de maye.
Ev yek bûye sedem ku Bexda bi lez bikeve nava hewldanan da ku çareseriyekê bibîne.
Şandeyên ewlehiyê ji bo bidestxistina pergaleke parastina asmanî berê xwe daye welatên zilhêz ên wekî Amerîka, Rûsya, Koreya Başûr û Çînê.
Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê Yehya Resûl li ser mijarê ji Rûdawê re axivî û ragihand:
"Komîteya teknîkî diçe serdana çend welatên cîhanê yên bipêşketî û xwedî tecrube.
Em wisa difikirin ku dê di qonaxa bê de ji bo temamkirina van şiyanan nêrîneke temam û berfireh hebe.
Armanca vê yekê jî parastina asmanê Îraqê ye."
Bexdayê soz daye ku asmanê Herêma Kurdistanê jî bixe bin heman sîwana parastinê lê belê bihayê bilind ê kirîna pergalan û astengiyên siyasî pêvajo hêdî kiriye.
Ji bo ku Îraq bi temamî asmanê xwe biparêze, pêwîstiya wê bi zêdetirî 10 milyar dolarî heye, ev yek jî ji bo rewşa niha ya Îraqê ne hêsan e.
Serokê Ofîsa Ragihandina Ewlehiyê ya Îraqê Balafirvan Tehsîn Xefacî ji Rûdawê re got:
"Ji bo kirîna vê sîstemê mekanîzmaya hilbijartinê maye.
Her wiha divê çekekî wisa were hilbijartin ku pêdiviyên welêt dabîn bike.
Dema serkirde dicivin, astengiyên li pêşiya pirçekkirinê tînin ziman.
Bi vê yekê ew çek tê hilbijartin ku parastina hemû berjewendiyên gelê me yê Îraqê dike, ji bakur heta başûr."
Ji bo ku asmanê Îraqê bi temamî parastî be û şiyana wê ya bersivdana gefên derve hebe, pêwîstiya wê bi zêdetirî 10 milyar dolarî heye.
Ev jî ji bo rewşa niha ya Îraqê ne karekî hêsan e.


