Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Îraqê bi awayekî fermî bidawîhatina erkê leşkerî yê Koalîsyona Navneteweyî ya li Îraqê ragihand.
Wezaretê di daxuyaniyekê de pesnê “qehremantiya Hêzên Pêşmergeyan û hemû hêzên çekdar” da.
Her wiha hat gotin bidawîhatina erkê Koalîsyonê nayê wateya nemana hevahengiyê.
“Îraq derbasî qonaxeke nû dibe”
Wezareta Karên Derve ya Îraqê îro bi sedema bidawîhatina erkê Koalîsyona Navneteweyî daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku ev pêşveçûn Îraqê derbasî qonaxeke nû dike da ku berpirsyariya ewlehî û aramiya xwe bi temamî hilgire ser milê xwe.
Li gorî Wezaretê, ev gav beşeke bihêzkirina serwerî û serxwebûna biryara ewlehiyê ya welêt e.
Pesnê Pêşmergeyan hat dayîn
Wezareta pesnê qehremantiya hemû pêkhateyên hêzên çekdar ên wekî Pêşmerge û Heşdî Şebiyê da û “rola wan a di têkoşîna li dijî terorê û têkbirina DAIŞê de” bilind nirxand.
Îraqê di heman demê de ji bo wan “piştgirî û fêdakariyên ku di şerê li dijî DAIŞê de nîşan dane, spasiyeke kûr” pêşkêşî Amerîka û hemû welatên hevalbend kir.
Hevahengî dê berdewam bike
Wezareta Karên Derve ya Îraqê di daxuyaniya xwe de got:
"Bidawîhatina fermî ya erkê Koalîsyona Navneteweyî, bi ti awayî nayê wateya bidawîhatina hevahengiya bi welatên dost re."
Li gorî daxuyaniyê, hevahengiyên ewlehiyê dê li ser bingeha “pêwendiyên dualî, rêzgirtina li serweriya axa Îraqê û berjewendiyên hevbeş dewam bikin.”
Di daxuyaniyê de hat gotin ku ev hevkariya dualî dê “warên perwerde, veguhastina agahiyên sîxuriyê û bihêzkirina şiyanên leşkerî li xwe bigire da ku rê li ber serhildana nû ya teror û tundrewiyê were girtin.”



