Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîr û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê Elî Zeydî destpêka qonaxeke nû li Îraqê ragihand û got ku erkê Koalîsyonê temam bûye.
Elî Zeydî her wiha anî zimên ku şerê li dijî terorê didome û dê ti çek û hêzek li derveyî qanûn û saziyên dewletê nebin.
Serokwezîr û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê Elî Falih Zeydî serpereştiya merasîmekê kir.
Ev merasîm ji aliyê Ofîsa Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ve li Bexdayê hat lidarxistin.
Merasîm bi boneya "Roja Serweriyê" û bi dawîhatina erkê Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê ya li Îraqê (Koalîsyon) hat lidarxistin.
Di merasîmê de fermandarê hêzên Koalîsyonê û fermandarên cuda yên leşkerî û yên saziyên ewlehiyê amade bûn.
Erkê Koalîsyonê
Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê Îlona 2014an hat damezirandin.
Ev hevpeymanî piştî êrişên DAIŞê yên li ser Îraq û Sûriyeyê, bi beşdariya zêdetirî 80 welat û rêxistinên navneteweyî hat avakirin.
Erkê sereke yê hevpeymaniyê ew bû ku ji bo têkbirina DAIŞê piştgiriya leşkerî, perwerde û şêwirmendiyê bide hêzên ewlehiyê yên Îraqê.
Elî Zeydî di gotarekê de ragihand ku erkê Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê bi awayekî fermî bi dawî bûye û got:
"Îro Îraq berhema qurbanîdanên mezin û hewldanên qehremanane yên bi salan distîne.
Saziyên me yên ewlehiyê bi hemû beşên xwe ve karîbûn rewşa ewlehî û qadê li seranserê Îraqê kontrol bikin."
"Wêneyê ku dê di bîran de bimîne"
Elî Falih Zeydî amaje bi wê yekê jî kir ku 30ê Îlona 2026an wêneyekî tîne bîra wan ku dê her tim di bîra wan de bimîne.
Wî li ser wê wêneyê got, "Ew wêne, wêneyê gelê me ye ku parastina xak, bajar û bajarokên xwe dikir ku terorîstan ew pîs kiribûn."
Xalên girîng ên gotarê
Xalên herî girîng ên gotara Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ev in:
- Bidawîhatina erkê Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê diselmîne ku hevahengiya di navbera hêz û gelên dost de, bi ser yek ji rûpelên herî tarî yên tundrewî û hovîtiya dîrokê de serkeftinek bi dest xist.
- Serhildana gelê me ya mil bi milê hêzên me yên çekdar destpêka qonaxekê bû. Di wê qonaxê de hêzên me pergala xwe ya fermandariyê ji nû ve rêk xist. Wan karîbû çavkaniyan kom bikin, hewldanan bikin yek û destpêşxeriyê bikin.
- Welatên dost di wê rûbirûbûna diyarker de destê alîkariyê dirêjî Îraqê kir. Hêzên me yên çekdar bi serkeftî refên xwe ji nû ve rêk xist û xwe bi çek kir.
- Fermandariya Operasyonên Hevbeş di seranserê salên şerê li dijî terorê de, dilê hevahengiyê û ew mêjî bû ku zanyarî kom dikir. Wê fermandariyê di çarçoveya şerekî mezin ê niştimanî de dest bi plandanîn û serkirdatiyê kir.
- Em spasî û pêzanînên xwe pêşkêşî hemû wan welatên dost dikin ku beşdarî Hevpeymaniya Navneteweyî bûn. Her wiha em spasiya wan fermandar, efser, rahêner û şêwirmendan dikin ku mil bi milê hêzên me yên ewlehiyê xebitîn.
- Bidawîhatina erkê Hevpeymaniya Navneteweyî ne bi wateya bidawîhatina şerê me yê li dijî terorê ye. Ev yek derbasbûna Îraqê ye bo qonaxekê ku tê de hemû berpirsyariya ewlehî û aramiya xwe hildigire ser milê xwe.
- Veguhastina erkê Operasyonên Hevbeş bo Ofîsa Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar, şêwazeke sazîbûyî ya ji bo birêvebirina vê xebatê ye. Ev yek di bin desthilat û serkirdatiya bilind a dewletê de cîbicî dibe.
- Qonaxeke nû dest pê kiriye ku sernavê wê serweriya Îraqê, hêza saziyên wê, amadebûna hêzên wê, yekrêziya biryarên wê û hevbeşiya hevseng a bi dostên wê re ye.
- Hevahengiya ewlehiyê dê bi dostên me yên di Hevpeymaniya Navneteweyî re bibe rêyeke vekirî û dê kartêkertir û çirtir bibe.
-Ev hevahengî bikaranîna teknolojî û teknîkên dîjîtal ên di xizmeta armancên piştgirîkirina ewlehî û aramiyê de li xwe digire.
- Erk bi serkeftinê bi dawî bû û berpirsyariya parastina vê serkeftinê îro dikeve ser milê me hemûyan.
- Dê ti çek li derveyî sîwana qanûnê û ti hêz li derveyî saziyên dewletê nebe. Ev yek wekî ku destûrê diyar kiriye, merceiyeta me ya bilind xwestiye û gelê me dixwaze pêk tê.



