Hewlêr (Rûdaw) - Lijneya Wezîran a Îraqê pêşniyaryasaya Heşdî Şebiyê pesend kir.
Lijneya Wezîran a Îraqê bi serokatiya Elî Falih Zeydî civîna xwe ya asayî kir.
Di civînê de çend biryar hatin dayîn.
Biryara herî berbiçav pesendkirina pêşniyaryasaya Heşdî Şebiyê û şandina wê ya ji bo parlamentoyê bû.
Pêşniyaryasaya Heşdî Şebiyê
Li gorî daxuyaniya Ofîsa Serokwezîriya Îraqê, yek ji biryarên sereke yên Lijneya Wezîran pesendkirina pêşniyaryasaya Heşdî Şebiyê bû.
Pêşniyaryasa ji bo dengdanê ji parlamentoyê re hat şandin.
Deng li ser pêşniyaryasaya Fermangeha Çavdêriya Tenduristiyê ya Hêzên Ewlehiya Navxweyî û pêşniyaryasaya Peymangeha Plandanîna Bajar û Herêman a Xwendina Bilind jî hat dayîn.
Her du pêşniyaryasa ji bo pesendkirinê sewqî parlamentoyê hatin kirin.
Biryara firotina erdan ji bo karmendan
Her wiha biryar hat dayîn ku çend perçe erdên li parêzgeha Nînovayê bifiroşin karmendên Zanîngeha Mûsilê.
Di çarçoveya hewldanên ji bo rûbirûbûna gendeliyê û vegerandina pereyên neqanûnî de, Lijneya Wezîran biryareke din jî da.
Lijneyê biryar da ku bi serokatiya Wezareta Darayiyê û bi endamtiya Wezareta Karên Derve komîteyekê ava bike.
Armanca vê komîteyê ew e ku bi Urdinê re hevahengiyê bike û ji bo vegerandina pere û samanên Îraqiyan ên li wî welatî bigihîje dîtineke hevbeş.
Qedexeya hinartina madeyan
Lijneya Wezîran ji bo piştgirîkirina sektora pîşesaziya navxweyî hinartina çend madeyan qedexe kir.
Ji ber ku pêdiviya kargehên navxweyî bi wan heye, hinartina sifir, aluminyum, qurquşm û hesin bi hemû şêweyên wan hat qedexekirin.
Di biryareke din de, Lijneya Wezîran komîteya fermana dîwanî ya hejmar 25274 a sala 2025an hilweşand.
Lijneyê, Wezareta Karên Derve erkdar kir da ku bi Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê re di nava hevahengiyê de be.
Armanc ew e ku zanyariyên pêwîst li ser wan kes û şirketan wergirin ku guman li ser wan hene.



