Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê Sebah Numan ragihand ku pêvajoya vekişîna hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya ji Hewlêrê dest pê kiriye û dê 30ê vê mehê temam bibe.
Sebah Numan diyar kir ku piştî wê demê "ti leşkerê biyanî dê li ti devera Îraqê nemîne."
Berdevkê Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê Elî Zeydî, Sebah Numan li ser vekişîna hêzên Koalîsyonê ji Rûdawê re axivî.
Sebah Numan hûrgiliyên vekişîna hêzên Koalîsyonê, lidarxistina merasîma fermî ya girtina baregeha Koalîsyonê û sazkirina "Konferansa Serweriyê" eşkere kirin.
Qonaxa vekişîna ji Hewlêrê
Sebah Numan li ser vekişîna hêzan a ji Herêma Kurdistanê got:
"Amerîka û Koalîsyon niha di qonaxa vekişînê de ne. Koalîsyon bi hevahengiya Ofîsa Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ji Hewlêrê vedikişe."
Sebah Numan dema bidawîhatina vekişînê eşkere kir û got:
"Ev vekişîn dê 30ê Îlonê temam bibe. Bi boneya bidawîhatina Koalîsyona Navneteweyî ya li Îraqê dê merasîmeke mezin li Bexdayê bê lidarxistin."
Sebah Numan bersiv da pirsa Rûdawê ya ku gelo vekişîn hemû hêzên li Hewlêrê jî li xwe digire yan na û wiha anî zimên:
"Vekişîn hemû Koalîsyona Navneteweyî li xwe digire û piştî 30ê Îlonê dê ti leşkerê biyanî li ti devera Îraqê nemîne."
Li Bexdayê merasîma fermî û "Konferansa Serweriyê"
Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê derbarê merasîma ragihandina bidawîbûna erka Koalîsyonê ya li Bexdayê agahî dan.
Wî da zanîn ku dê merasîm bi serpereştiya rasterast a Serokwezîr û Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê be û got:
"Dê merasîm li Ofîsa Fermandarê Giştî be. Ev jî bi boneya bidawîhatina erk û girtina fermî ya baregeha Koalîsyona Navneteweyî ye."
Sebah Numan diyar kir ku dê piştî merasîmê "Konferanseke Serweriyê" bi serpereştiya Serokwezîrê Îraqê bê kirin û ragihand:
"Konferanseke mezin e ji bo pîrozkirina bidawîhatina erkê yan jî wergirtina temamî ya serweriyê.
Konferans dê 1ê Çiriya Pêşîn be û dê vexwendina fermî ji bo hemû serkirde û hêzên siyasî yên Îraqê were şandin."
30ê Îlonê ew dema fermî ye ku bi rêya dan û standinên Komîteya Bilind a Leşkerî ya di navbera Bexda û Washingtonê de hatiye diyarkirin.
Armanca vê yekê bidawîanîna erka leşkerî ya Koalîsyona Navneteweyî ya li Îraqê û radestkirina baregehên leşkerî ye ji bo hêzên ewlehiyê yên Îraqê.



