Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îraqê ragihand ku Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) dest bi radestkirina çekên xwe dikin.
Her wiha diyar kir ku Çiyayê Şingalê bi temamî dikeve bin kontrola hikûmeta Îraqê û hêzên ewlehiyê yên Îraqê.
Li gorî daxuyaniya Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîriya Îraqê, Serokwezîr û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê Elî Zeydî şandeyeke Hevpeymaniya Doza Êzidiyan a bi serokatiya parlamenter Mûrad Îsmaîl û Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) pêşwazî kir.
Di hevdîtinê de rewşa Şingalê, aramî, avakirin û paşeroja xelkê navçeyê hatin gotûbêjkirin.
Serokwezîrê Îraqê da zanîn ku Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) dest bi radestkirina çekên xwe yên bi dewletê re dikin û Çiyayê Şingalê bi temamî dikeve bin desthilata hikûmeta federal û saziyên ewlehî û îdarî.
Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî ragihand:
"Kontrolkirina çekan tenê di destê dewletê de û yekxistina biryara ewlehiyê, bingeheke sereke ye ji bo parastina xelkê qezayê û misogerkirina aramî û paşeroja wan."
Serokwezîrê Îraqê her wiha destnîşan kir ku ev gav di çarçoveya avakirina dewleta saziyan de ye û bidawîanîna li pirnavendiya di biryara ewlehiyê de ye.
"Mafên şervanan tên misogerkirin"
Serokwezîrê Îraqê got:
"Dewlet dê mafên endamên Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) û Yekîneyên Jinên Şingalê (YJŞ) û qurbaniyên wan misoger bike.
Ev yek dê bi rêya birêxistina rewşa wan û tevlîkirina kesên mercên wan guncav in di nava saziyên fermî yên ewlehiyê yên Îraqê de li gorî qanûnê were kirin."
Nivîsgeha Serokwezîrê Îraqê da zanîn ku di beşeke din a civînê de rewşa xizmetguzariyê ya li Şingalê, projeyên binesaziyê, tezmînkirina mexdûran û amadekirina zemînê ji bo vegera koçberan hatin nirxandin.
Her wiha li ser çendîn pirsgirêkên îdarî yên taybet bi daîreyên qezayê û birêvebirina Sindoqa Avakirina Şingalê nîqaş hat kirin.


