Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Îraqê ragihand ku 30ê Îlonê ji bo bidawîhatina erkê Hêzên Koalîsyona Navneteweyî dema dawî ye.
Her wiha li ser çarenivîsa Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) da zanîn ku bi Tirkiyeyê re “li ser vegera wan a ji bo Tirkiyeyê yan jî derketina wan a ji Îraqê dan û standin hene.”
Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Îraqê Sebah Numan di konferanseke rojnamegeriyê de ragihand:
"30ê Îlonê ji bo bidawîhatina erkê hêzên Koalîsyona Navneteweyî dema dawî ye, ev jî wekî bersivdayînekê ye ji bo xwesteka hikûmeta Îraqê."
Sebah Numan her wiha got:
"Hêzên biyanî rojane bi lez ji Îraqê vedikişin.
Ofîsa Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar çavdêriya pêvajoya vekişînê dike û hêsankariyên pêwîst pêşkêş kirine."
Operasyona Vîna Polayî
Sebah Numan behsa berdewamiya şopandina hêzên ewlehiyê ya li pey bermahiyên DAIŞê kir û anî zimên:
"Operasyona (Vîna Polayî) 30ê Îlonê bi dawî dibe.
Ji bo hemû çalakiyên ewlehiyê di bin çavdêriya ofîsa Fermandarê Giştî de hevahengiyeke bilind heye."
Berdevkê Fermandariya Giştî da zanîn ku di civîneke ewlehiyê ya vê hefteyê de çendîn dosye hatine gotûbêjkirin ku di nav wan de amadehiya hêzan, lîwayên hevbeş ên di navbera hêzên federal û Herêma Kurdistanê de, deriyên sînor, dosyeya madeyên hişbir û radestkirina kesên lêgerîn li ser wan heye ya li gel Herêma Kurdistanê hebûn.
Sebah Numan li ser hevahengiya bi Pêşmergeyan re got:
"Di civîna hevahengiyê ya li gel Pêşmergeyan de, birêvebirê ofîsa Fermandarê Giştî hat erkdarkirin ji bo radestkirina kesên lêgerîn li ser wan heye bi awayekî bilez û dûrî rûtînê."
Numan li ser pirsa kontrolkirina çekan a ji aliyê dewletê ve jî da zanîn:
"Em rê nadin ku li derveyî çarçoveya dewletê çek hebin û pêvajoya birêkxistina çekan li gorî nêrîna hikûmetê bi rê ve diçe.
Fermandarê Giştî di dan û standinên xwe yên li ser vê mijarê de berdewam e."
Dan û standinên bi Tirkiyeyê re yên li ser PKKyê
Sebah Numan bal kişand ser çarenivîsa gerîlayên PKKyê û got:
"Li ser vegera wan a Tirkiyeyê yan jî derketina wan a ji Îraqê ji bo cihekî ku ew bi xwe hilbijêrin, bi aliyê Tirkiyeyê re dan û standin hene."


