Hewlêr (Rûdaw) - Lijneya Wezîran a Îraqê (Kabîne) biryar da ku li gorî peymana çarçoveyî ya avê ya ku bi Tirkiyeyê re hatiye îmzekirin, petrola xav a ku dê bifiroşin Tirkiyeyê di qonaxa yekem de rojane ji 33 hezar bermîlan ne zêdetir be.
Biryar bi guherîna di biryara bi hejmara 388an a sala 2026an a Lijneya Wezîran de hatiye wergirtin.
Di civîna asayî ya 18emîn a Lijneya Wezîran a ku doh êvarê bi serokatiya Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî hat kirin de, li gel geşedanên li welat, derbarê fînansekirina petrolê, kêmkirina lêçûnên giştî, peymanên navneteweyî û xizmetguzariyên tenduristiyê hinek biryar hatin wergirtin.
Lijneya Wezîran pejirand ku biryara bi hejmara 388an a sala 2026an a derbarê peymana çarçoveyî ya avê ya di navbera Îraq û Tirkiyeyê de were guhertin.
Li gorî vê biryarê, di qonaxa yekem de mêjera petrola xav a ku Îraq dê bifiroşe Tirkiyeyê rojane 33 hezar bermîlan derbas nake.
Nivîsgeha Çapemeniyê ya Serokwezîriya Îraqê diyar kir ku biryar li gorî pêdiviya fînansmanê ya rastîn a mekanîzmaya peymanê hatiye wergirtin.
Li gorî daxuyaniya Nivîsgeha Çapemeniyê biryar hat dayîn ku civînên paşerojê yên Lijneya Wezîran li parêzgehan bên kirin.
Zeydî diyar kir ku hikûmet dê civînên xwe yên piştî niha li parêzgehên cuda pêk bîne û destnîşan kir ku civîna yekem dê li Dîwaniyeyê bê kirin û pişt re jî dê derbasî Selahedînê bibin.
Zeydî anî ziman ku armanca vê biryarê ew e ku karên xizmetguzariyê û projeyên binesaziyê ji nêz ve bên şopandin û diyar kir ku ev yek dê îstiqrarê bihêz bike û piştgiriyê bide Rêya Bipêşketinê.
Di firotina petrolê de rêziknameya nû
Di civînê de ji bo bihêzkirina kapasîteya hinardekirina (firotina derve) petrol û berhemên petrolê yên Îraqê jî biryar hatin wergirtin.
Lijneya Wezîran pejirand ku biryara bi hejmara 165an a sala 2026an a derbarê mekanîzmaya firotina petrola xav û berhemên petrolê de jî were guhertin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku armanca guherînê ew e ku sepana heyî heta bi dawîbûna krîza heyî û asayîbûna veguhastina deryayî ya li Tengava Hurmizê berdewam bike.
Pejirandina peymanên bi Chevronê re
Lijneya Wezîran de guherandina biryara bi hejmara 348an a sala 2026an û îmzekirina peymanên di navbera Wezareta Petrolê û Şirketa Chevronê ya li Amerîkayê de pejirandin.
Hat ragihandin ku guherîn peymanên têkildarî mûçeyên pêşinde (avans), dabînkirina petrola xav û şêvirmendiya teknîk dihewîne.
Av, Tirkiye û petrol
Derbarê peymana çarçoveyî ya avê ya di navbera Îraq û Tirkiyeyê de jî biryareke nû hat wergirtin.
Lijneya Wezîran guherandina biryara bi hejmara 388an a sala 2026an pejirand û biryar da ku di qonaxa yekem de mêjera petrola xav a ku bifiroşin Tirkiyeyê rojane ji 33 hezar bermîlan ne zêdetir be.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku biryar di çarçoveya pêdiviya fînansmanê ya rastîn a mekanîzmaya peymanê de hatiye wergirtin.
Ji bo erkên derveyî welat sedî 60 kêmkirin
Lijneya Wezîran di çarçoveya kêmkirina lêçûnên giştî de biryar da ku hemû erkdarkirinên li derveyî welat ên karmendên dewletê bên rawestandin ku bi çavkaniyên navendî yan jî yên taybet tên fînansekirin.
Biryar hat dayîn ku tenê wezîrê têkildar karibe di "rewşên neçar" de erkê li derveyî welat bipejirîne.
Her wiha biryar hat dayîn ku ew lêçûnên ku di budceya giştî û budceyên binî de ji bo erkdarkirinên li derveyî welat hatine veqetandin bi rêjeya ji sedî 60 bên kêmkirin.
Wezareta Karên Derve li derveyî jêkuştina (kêmkirina) lêçûnan hat hiştin.
Reşnivîsa yasayê ji bo betalkirina biryara serdema rejîma kevn
Lijneya Wezîran reşnivîsa yasayê ya derbarê rakirina biryara bi hejmara 110an a 21ê Sibata 1989an a Encumena Fermandariya Şoreşê ya rejîma kevn jî pejirand.
Reşnivîs piştî ku ji hêla Encumena Dewletê ve hat vekolan, ji bo ku here Parlamentoyê ji hêla Lijneya Wezîran ve hat pejirandin.
Sererastkirina nû ya ji bo tonaja keştiyan
Lijneya Wezîran di çarçoveya berpirsiyariyên Îraqê yên ji peymanên navneteweyî de derxistina rêziknameya nû ya ji bo tonaja keştiyan jî pejirand.
Li gorî daxuyaniyê, Encumena Dewletê ev sererastkirin vekolaye û spartiye Destûra Bingehîn a Îraqê û Yasaya Saziya Bilind a Deryavaniyê ya Îraqê ya bi hejmara 18an a sala 2019an.
Peymana hevkariyê ya bi Sirbistanê re
Lijneya Wezîran her wiha Wezîrê Bazirganiyê erkdar kiriye ku li ser reşnivîsa peymana Îraq û Sirbistanê ya li ser hevkariya aborî, bazirganî, zanistî, teknîk û çandî dan û standinan bike û wê peymanê îmze bike.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku biryar di çarçoveya hewldanên hikûmetê yên ji bo xurtkirina pêwendiyên navneteweyî de hatiye wergirtin.



