Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Îraqê ji bo çavdêrî û parastina sînorên rojavayê welêt û bi taybetî sînorê Erebistana Siûdiyê fermandariyeke nû ava kir.
Berdevkê Wezareta Parastinê ya Îraqê diyar kir ku armanc rêgirtina li êrişên li dijî welatên cîran e.
Fermandariya Operasyonên Badiyeyê
Berdevkê Wezareta Parastinê ya Îraqê Yehya Resûl îro ji Rûdawê re axivî û got, "Fermandariya Operasyonên Badiyeyê hatiye avakirin.”
Wî da zanîn ku hêzên fermandariyê îro di roja yekem a erkê xwe de çûne nêzîkî sînorê Erebistana Siûdiyê û dê li wir bi cih bibin.
Yehya Resûl li ser armanca vê hêza nû ev agahî dan:
"Çûna vê fermandariyê ji bo parastina sînorên başûr û rojavayê welêt e. Her wiha armanceke din jî ew e ku em rê li ber her hewldaneke armanckirina welatên cîran bigirin."
Fermandariya Operasyonên Badiyeyê 10ê vê mehê ji aliyê Serokatiya Encûmena Wezîran a Îraqê ve hat avakirin.
Hikûmeta Îraqê destnîşan dike ku armanca vê fermandariyê parastina asayîşa çolên Musennayê ye.
Hêz dê li kû derê bi cih bibe?
Li gorî gotina Yehya Resûl, ev fermandarî dê li devera Nugre Selmanê ya parêzgeha Musennayê bi cih bibe.
Devera Nugre Selmanê di dilê çola Semawayê de ye û girêdayî qezaya Selmanê ya parêzgeha Musennayê ye.
Ev dever nêzîkî 80 kîlometreyan dûrî sînorê Erebistana Siûdiyê ye.

.webp&w=3840&q=75)

