Hewlêr (Rûdaw) - Veguhastina berhemên petrola Îraqê ya Tirkiye û Efxanistanê bi rêya xeta hesinî ya Kirmaşanê dest pê kir.
Alîkarê Kar û Barên Aborî yê Parêzgarê Kirmaşanê Hesen Rustemzade ragihand ku beşeke berbiçav a hinarde û hawirdeya Îranê bi rêya deryayî tê kirin.
Hesen Rustemzade diyar kir ku ji ber rewşa dawî pêwîst e ji bo bazirganiyê girîngiyeke zêdetir bi rêyên bejahî û xetên hesinî bê dayîn.
Li gorî gotina Rustemzade, şiyaneke taybet a Kirmaşanê heye û dikare di warên hawirde, hinarde û veguhastina kel û pelan de roleke girîng bilîze.
Rustemzade her wiha da zanîn ku 6 deriyên sînorî yên Kirmaşanê bi Îraqê re hene û anî zimên ku şiyaneke mezin a Kirmaşanê di bipêşxistina warê bazirganî û veguhastinê de heye, bi taybetî jî di warê xeta hesinî de.
Peymana 50 hezar tonî
Rustemzade destnîşan kir ku ev yek mesrefa bikaranîna enerjiyê, veguhastinê û metirsiyan kêm dike û derfetên kar jî diafirîne.
Hesen Rustemzade her wiha ragihand ku di warê veguhastina bi xeta hesinî de li parêzgeha Kirmaşanê rûdaneke mezin çêbûye û eşkere kir ku îro cara yekem ji bo veguhastina 50 hezar ton berhem bi rêya xeta hesinî peymanek hatiye îmzekirin.



