Hewlêr (Rûdaw) - Li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Tikrîtê ya parêzgeha Selahedînê, di nava 24 saetan de 2 zarok bi nexweşiyên neasayî ji dayîk bûn.
Çavekî tenê yê yek ji wan zarokan heye û pozê wî nîne.
Birêvebirê Beşa Zarokên Pêşwext ê Nexweşxaneya Tikrîtê Soran Mehmûd ji Rûdawê re axivî û got:
"Di nava 24 demjimêran de 2 zarokên bi vî rengî ji dayîk bûn.
Çavekî tenê di nava eniya zarokekî de ye, çavê duyem û pozê wî nîne.
Ev di warê bijîşkiyê de li cîhanê yek ji nexweşiyên herî kêm dîtin e."
Soran Mehmûd diyar kir ku di nava hefteyekê de 5 bûyerên bi vî rengî hatine tomarkirin.
Birêvebirê beşê her wiha eşkere kir ku ji wan 5 zarokan tenê yek sax maye û 4 zarokên din mirine.
Li gorî pisporan, ev cure nexweşî bi piranî ji ber têkçûna kromozoman an jî ji ber ku mêjî di qonaxa zik de bi temamî bi pêş nakeve çêdibin.
Piraniya van zarokan ji ber pirsgirêkên pergala nefesê û mêjî zêde najîn.



