Hewlêr (Rûdaw) - Li Îraqê di meha dawî de nêzîkî 500 hezar çekên bê ruxset hatin tomarkirin.
Ev pêngav bi fermana Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî tê bicihanîn û armanc ew e ku hemû çek di bin kontrola dewletê de bin.
Alîkarê Wekîlê Berpirsê Karên Polîsan ê Wezareta Karên Navxwe Mensûr Elî Siltan li ser encamên xebatên li dijî çekên qaçax daxuyaniyek da.
Siltan diyar kir ku wan li navendên bajaran, navçe û bajarokan ji bo tomarkirina çekên bê ruxset pêvajoyek daye destpêkirin.
500 hezar çek hatin destnîşankirin
Mensûr Elî Siltan eşkere kir ku xelk piştgiriyeke mezin dide vê pêngavê û biland:
"Bi sed hezaran welatî ji bo tomarkirina çekên ku bi salan e di destê wan de ne serî lê didin.
Hinek welatî jî çekên xwe rasterast radestî dewletê dikin."
Li gorî agahiyên ku wî dane, di meha dawî de nêzîkî 500 hezar çekên bê ruxset hatine tesbîtkirin.
Piştgiriya eşîran û pergala elektronîk
Siltan destnîşan kir ku wan bi taybetî li gundan piştgiriya eşîran wergirtiye.
Ji bo ku kar û barên radestkirin û ruxsetan hêsan bibin pergala serlêdana elektronîk hatiye avakirin.
Her wiha ji bo vê pêvajoyê komîteyeke taybet hatiye avakirin û li seranserî welêt 845 buroyên radestkirina çekan hatine vekirin.



